HDP’ê bertek nîşanî DMME da: Ev biryar cihê şermê ye 2018-05-18 14:19:41   ENQERE - Komîsyona Hiqûqî ya HDP’ê, bîryara Roboskê ya DMME şermezar kir û got: “Ev biryara DMME ya hiqûqê mafê mirovan binpê dike, dê neyê jîr kirin.”   Komîsyona Hiqûqî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê biryara redkirina doza Komkujiya Roboskê ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya bi îmzeya Alîkariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran hat weşandin de, ev tişt hatin gotin: “   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana komkujiya Roboskê ku 34 kes ji ber bomberdûmana balafirê şer ên Tirk hatin kuştin, bi hinceta ku rêyên hiqûqa navneteweyî bi temamî nehatine bikaranîn, red kir. Ji bo sedema biryarê jî hate gotin ku parêzerên dosyayê wekaletname di dema xwe de nedane. Dadgehê ji bo van sedeman biryara ne qebûlkirinê da, lê ji bo serlêdanên din jî berpirsyariya xwe ya lêpirsînê bi cih neaniye.   Ev biryar cihê şermêye. Kêmaniya du belgeyan ku ji bo hemû serlêdêran derbas nabe û dikare bi sîstema UYAP'ê bê ragihandin, ji bo biryara qebûlnekirinê weke hincet hate nîşandan. Ev yek li Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û pîvanên DMME nayê. Ev biryar dê weke biryara 'dewleta Tirk mafdar nîşan bide' di dîrokê de cih bigire û DMME Komkujiya Roboskiyê ji aliyê hiqûqî ve ji nedîtî ve hat û bi vî rengî baweriya bi edaletê kêm kir. Komkujiya Roboskê birînek di dilan de ye, lê vê biryara DMME ya ji ber derengdayina du belgeyan serlêdan red kir, birîn ji nû ve der kiriye.   Çawan ku Komkujiya Roboskê wê neyê jibîrkirin, ev biryara DMME ya ku hiqûqa mafên mirovan binpê dike, dê tim wijdanê mirovan biêşîne. Divê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bin zexta otorîteyên siyasî û dewletan rizgar bibe û li gorî armanca damezrandina xwe, rêzê nîşanî hiqûqa mirovan bide.”