Di zîrveya Qudsê de ji 57 welatan tenê 15 welat amade bûn 2018-05-18 13:52:59   STENBOL - Teşkîlata Hevkarên Îslamê, piştî Îsrailê êrîşî çalakgerên Fîlîstînê kirin û komkujî pêk anîn, bi boneya li ser gavên bên avêtin niqaş bikin, ji 57 welatan bi tevlêbûna 15 welatan Zîrveya Qudsê pêk anî.   Piştî Îsraîlê li dijî gelê Fîlîstînê êrîş pêk anî û li Xezayê komkujî pêk anî, welatên girêdayî Teşkîlata Hevkariya Îslamê li Stenbolê hatin cem hev. Li ser banga hikûmeta AKP’ê bi navê “Zîrveya Qudsê" li Salona Kongreyê ya Harbiye Lutfî Kırdar ji 57 welatan tenê 15 welat amade bûn. Tenê welatên Bangladeş, Burkina Faso, Kazakistan, Lubnan, Maldivler, Erebîstana Siûdî, Tunus, Umman, Komorlar, Lîbya, Azerbaycan, Misir, Irak, Îran û Tacikistan amade bûn.