Baroya Amedê: Bila Demîrtaş demek zûtirîn bê berdan 2018-05-18 13:15:15 AMED – Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir ku ji bo hilbijartinek, wekhev, adil û demokratîk pêk were divê namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş demek zûtirîn bê berdan.    Baroya Amedê bi boneya hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê bi sernavê “Ewlehiya hilbijartinê û mafê hilbijartinê yê serbest” li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên baroyê beşdarî civînê bûn û Serokê Baroyê Ahmet Ozmen daxuyanî da. Ozmen destnîşan kir ku yek ji hilbijartinên dîroka Tirkiyeyê ya herî girîng dê pêk were û got: “Em di şertên OHAL’ê yên ne demokratîki, wekhev û adil de diçin hilbijartinê. Ewlehiya hilbijartinê di OHAL’ê de nîne. Nîqaşên ewlehiya hilbijartinê û hilbijartinek ne wekhev tê axaftin. Em di arîfeyek ku ji hemû destkeftiyên demokratîk dûrbûn çêbûye. Em banga hestiyariya zelal û demokratîk li desthilatdariya siyasî dikin ku perbirsyariya xwe bîne cih.”    ‘MAFÊ HILIBIJÊR TÊ ASTENGKIRIN’    Ozmen bi bîr xist ku çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên aştiyane û demokratîk dev jê hat berdan û got: “Hemû pêkanînên OHAL’ê mafê propaganda hilbijartinê, ewlehiya hilbijartinê û hilbêjir asteng dike.” Ozmen diyar kir ku ji bo hilbijartinek, wekhev, adil û demokratîk divê namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bê berdan û wiha dewam kir: “Lazim e birêz Demîrtaş li derve xebata xwe ya hilbijartinê birêve bibe û demil dest bê berdan.” Ozmen banga zelaliya hilbijartinê li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) û Desteya Bilind a Televîzyon û Radyo (RTUK) kir û xwest her du sazî jî bê alî berpirsyariya xwe bînin cih.    ‘EM Ê ÇAVDÊRIYAN BIKIN’    Ozmen anî ziman ku ji bo peşk li hilbijartina 24’ê Hezîranê nekeve ew ê roja hilbijartinê bi her deverê re têkilî deynin û got: “Em ê rojê çavdêriyan û tespîtan bikin.”    ‘NE HIQÛQÎ YE’    Ozmen bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya betalkirina doza Komkujiya Roboskî û got ku biryara DMME daye ne ehlaqî û hiqûqî ye.