Yekîneya Revandina bi Zorê ya Enqere: TEC 2017-10-13 11:29:09 ENQERE - Xwendekarê Zanîngeha Enqereyê Denîz Bahçecî, diyar kir ku ji aliyê kesên ku xwe wekî Tîmê Ewlehiya Cemaweriyê (TEC) pênase dikirin ve hat revandin û wiha got: "Ez birim cihekî ne diyar. Dema li min dan xwe wekî DAIŞ'i pênase kirin. Bi serjêkirinê gef li min xwarin."  Xwendekarê Fakulteya Erdnîgarî, Dîrok û Ziman a Zanîngeha Enqereyê û di heman demê de Endamê MYK'ê ya Federasyona  Komeleya Ciwanên Sosyalist (SDGF) Deniz Bahçeci, di 10'ê Cotmehê de dema diçû wargeha xwendekaran ji aliyê kesên ku ewil xwe wekî "polîs" dan naskirin ve hat revandin. Bahçecî, ku hat revandin û hat berdan serpêhatiyên xwe parve kirin. Bahçecî, diyar kir ku piştî hat revandin radestî kesên wekî "Tîma Ewlehiya Cemaweriyê (TEC)" hatin naskirin, kirin. Bahçecî, anî ziman ku kelepçe xistin destê wî û ew birin cihekî nayê zanîn û wiha got: "Dema ez diçûm  wargeha xwendekaran a Huseyin Gazî, ez li Rawestgeha Aştî Metro ji aliyê 2 kesên xwe wekî "Polîs" dan naskirin ve bi zorê hatim revandin. Kesên xwe wekî polîs dan naskirin biryara girtinê k li gorî xwe çêkiribûn nîşan dan û e bi zorê li erebeyê suyar kirim û revandim."    'RÛPOŞ XISTIN SERÊ MIN'   Bahcecî da zanîn ku piştî ew li erebeyê suyar kirin rûpoşek reş xistin serê wî û wiha got: "Pişti ez li erebê suyar kirim 20-25 deqîqe şûnde dolmîşek reş pêşiya me qut kir. Ji maşîna reş 4 kesên bi rûpoş û çekdar derketin û hatin ez ji erebê derxistim. Kesên gotin em polis in jî tu tişt nekirin. Ez li dolmîşa reş suyar kirim û destê min li pişt min bi kelepçeya plastîk grê dan. Em bi qasî 30-40 deqeyan meşiyan. Ji min re gotin 'Tu kiye? Tu çima hat vir? Te îşev çi kir? Te bi kêre hevditin kir?" pirsîn.    AV LI RUYÊ MIN KIRIN    Bahcecî, anî ziman ku li wî xistin û heta rûşê wî reş û şîn bû ew derp kirin û wiha got: “Li gulê min xistin. Ez gêş bûm. Car caran av li ruyê min kirin. Guhê min xwîn bû. Dema ez diketim xwar bi guhê min digirtin û ez radikimi. Piştre gotin 'Em DAIŞ'î ne. Tu dixwaze zanibe em çawa seriyan jê dikin' Yekî destê xwe anî qirika min û bi tiliyê xwe nîşan da ku dê çawa qirika min jêke. Piştre çek xistin serê min û gefa tecawizê li min xwarin. Li pişt me zinar hebû. Gotin 'em dê te ji vî zinarî bavêjin' Bi bêhnan li min dan."    'EM JI DEWLETÊ BI HÊZTIR IN'   Bahcecî, herî dawî anî ziman ku gefa "Enqere terk bike" li wî xwarine û wiha got: "Piştre ez li erebê suyar kirim. Di deverû dirêj kirim û destê min dîsa li pişt min kelepçe kirin. Ez li Rawestgeha Fatih Metro danîm. Dema ez danîm tenê telefona min dan min. Lê çante u cuzdanê min nedan min. Dema ez berdam gotin 'Me tu ji destê dewletê derxist. Em ji dewletê bi hêztirin' Gotin 'Ji bo tu ji vir biçe em çend rojan wext didin te. Ger ku tu neçe em dê dîsa heman tiştî bînin serê te. Herî dawî yekî gefa 'Tu dê ji wargeha dewletê derkeve' Li min xwar."    Li gori daneyên ÎHD'ê piştî hewldana 15'ê Tîrmehê bûyerên revandinê zêde bûn. Berê jî 12 kesên hatin revandin serî li ÎHD'a Enqereyê û Koma Xebata Revandin û Windakirina Bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî dabûn. Ji 12 kesan malbaten Turgut Çapan û Fatih Kiliç serî li ÎHDê dabûn.    Li ser îdîayan Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch/HRW) name ji Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul re name şandin û xwestin der barê vê yekê de bi lezgîn lêpirsînê bidin destpêkirin.    MA / Selman Güzelyüz