ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN 2024-04-24 09:00:00     * Rojnameger Hawre Karwan diyar kir ku çûyina Erdogan a li Bexda û Hewlerê îşareta êrişeke berfireh a li ser qadên medyayê ye û got ku Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike. Karwan bilêv kir ku heya niha Iraq li ser vê mijarê razî nebûye û biryar ne daye û got:"Lê li Hewlêrê daliqandina alayên tirk nîşaneya dagirkeriyê bû."    * Naîf Şengîl ku ji bo tedawîkirina kurê xwe yê ku ev 5 sal in tiryakkêş e tevdigere, heta niha bi dehan caran çûye midûriyeta polîsan û daxwaza alikariyê kiriye lê hewldanên wî bêencam mane. Şengîl got: "Em dema ku îşareta serketinê dikin cezayê girtîgehê li me re dibirin. Ev li ber çavê wan tiryakê difiroşin, lê nayên girtin."    * Bazirganên Sûka Qada Haşimiyê yên îsotan difroşin bi lêv kirin ku ji ber krîza aboriyê edî kes nikare îsotan bikire.    * Şanogerê navdar ê kurd Ghotbedîn Sadeghî ku beşdarî 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bû, diyar kir ku demokrasî bingeha şanoyê ye û şano hêman û semboleke sereke ya modernîteyê ye.   * Jinên girtî ku bertek nîşanî lêgerîna li hundirê pêlavan dan, der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Parêzer a OHD'î Sezîn Ûçarê got ku ew ê gilî bikin.    * Serlêdanên ji bo Yekemîn Pêşbirka Çîrokê ya Huseyîn Denîz dest pê kirin.    * Festîvala Şanoyê ku di pêşengtiya Şanoya Bajêr a Amedê de tê li darxistin di roja 7’emîn de berdewam dike. (09.00-21.00)   * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan beriya civîna ku dê bi hevşaredaran re bên bahev dê daxuyaniyê bidin. (10.00) ZINDΠ   * Danişîna 22’yemîn a Doza 10’ê Cotmehê dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)    *Têkildarî zextên li ser Çapemeniya Azad û binçavkirina rojnamegerên  dê li Stenbol, Îzmîr, Mêrdîn û Şirnexê daxuyanî bên bdayîn (ZINDÎ)   * Bi tevlibûna Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû dê bi serenavê “Di çarçoveya Biryarên Darazê yên Navnetewî û Netewî de 1’ê Gulan, Hiqûq, Taksîm” li Navenda Giştî ya sendîkayê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)    * Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê girtina Makbûle Ozerê dê bi daxuyaniya ku li Parka Yilmaz Guney li dar bixe şermezar bike. (13.00)    * Berdevka Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû têkildarî rojeva jinan dê li avahiya Navenda Giştî ya civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00) ZINDΠ   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Enqereyê dê berdewam bike. (13.00-17.00 )   * ÎHD dê li Enqere û Stenbolê bi boneya salvegera 109’emîn a Qirkirina Ermenan dê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30)