Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 76’an serlêdan kirin 2018-05-18 12:21:52   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, bi armanca biçin Îmraliyê bi xizmên xwe re hevditin bikin, cara 76’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û daxwaza hevdîtinê kirin.    Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 19 salin di hucreyê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtiye bi daxwaza hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji malbata Ocalan xwişk û birayê Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan bi riya parêzeran bi armanca duyemê hevdîtin bikin cara 76'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbata girtiyên din  Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi armanca hevdîtinê serî li gozeriyê dan. Birayê Hamîmî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar Ali Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan bi armanca hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbata Ocalan heri dawî di 11'ê Îlona 2016'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Malbatê cara 76’an serlêdan kir.    Parêzerênk Ocalan jî serlêdan kirin û serlêdanên wan hatin redkirin. Ji parêzerên Ocalan Ebru Gunay, Mazlum Dinç û Sinan Zincîr bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 756’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê parêzer dîsa bi heman hinceta OHAL'ê serlêdan red kir.    Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 756 carin bi sedema “Muxalefeta hewayê heye" “koster xerabe ye" û “OHAL”  heye serlêdana malbat û parêzeran red dike.