Li Elkê 5 herêm li sivîlan hatin qedexekirin 2018-05-18 11:19:30 ŞIRNEX - 5 qadên Elkê, bi hinceta “Herêmên ewlekariya taybet” li sivîlan hatin qedexekirin. Walîtiya Şirnexê, 5 qadên navçeya  Elkê ya Şirnexê bi hinceta “Herêmên ewlekariya taybet” li sivîlan qedexe kir. Piştî biryarê her 5 qad ji bo 15 rojan li çûyîn û hatina sivîlan hat girtin.    Qadên hatin qedexekirin wihane:  Herêmên Altîngaglari; Girê Belatîn, Rawestgeha Duden, Girê Mavorsîs, herêma rojhilatê bakûr ê dike Girê Mavorsîs û Girê Marîne.