Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye 2024-04-23 09:22:42   AMED - Parêzerê astengdarê derûnî Ûgûr Gezer ê ku piştî hedefgirtinê hat girtin Şemdîn Şahîn, diyar kir ku ehliyeta sûc a Gezer tune ye û xwest demildest dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê û bê berdan.    Ûgûr Gezer ê ku ji sedî 50 astengdarê zihnî ye, ji aliyê çapemeniya desthilatê ve hedef hat nîşandan ku li Şaredariya Sûrê heqaret li Mûstafa Kemal û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan kiriye. Piştî vê Gezer di 18'ê Nîsanêd e hat binçavkirin û paşê bi îdiaya "heqaret li Ataturk û Serokkomar kiriye" hat girtin.    Parêzerê Gezer, Şemdîn Şahîn, xala 32'yan a Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) bibîr xist ku li kesên astengdarên zihnî ceza nayê birîn.    RAPORA WÎ HEYE   Şahîn anî ziman ku muwekîlê wî Gezer piştî dîmenên li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin wekî rêveberê DEM Partiyê hedef hatiye girtin û got: "Li ser vê yekê muwekîlê min hat binçavkirin. Lê belê, di temasa ewil d ejî tê dîtin ku muwekîlê min astengdar e. Lê dîsa jî ew binçav kirin. Malbatê raproa wî da polîsan. Çendî me rapor pêşkêş kir jî nêzî 24 saetan di binçavan de ma."    Şahîn destnîşan kir ku midûriyeta polîsan û dozgerî jî hay ji vê yekê hene, lê xwe li nedîtinê danîne û demildest biryara girtinê ya muwekîlê wî dane.    BIRYARÊ NE JI DADGEHÊ JI WEZARETÊ HÎN BÛ   Şahîn da zanîn ku di demênd awî de Dadgehên Ceza ya Sulhê bûne meqamê erêkirinê û wiha got: “Tevî hemû îtîrazên me jî, tevî dîmen û raporên hatine pêşkêşkirin jî, Dadgeha Ceza ya Sulhê biryara girtinê da." Şahîn anî ziman ku biryara girtinê berî teblîxî wan bê kirin, ew bi tiwîta Wezareta Dadê hîn bûne ku muwekîlê wî hatiye girtin."    BIRYAREKE SIYASÎ   Şahîn diyar kir ku ev biryar ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û got ku nîşaneya vê jî ew e ku muwekîlê wî wekî rêveberê DEM Partiyê hatiye lansekirin. Şahîn bal kişand ser lînçkirina muwekîlê xwe û hedefnîşandana wî ya ji aliyê wezaretan ve û bêalîbûna dadgehan û got ku ev jî nîşan didin ku ev biryar bi saîqên siyasî hatiye dayîn.    Her wiha Şahîn da zanîn ku muwekîlê wî di sala 2016'an de jî hatiye girtin û got ku 2 salan di girtîgehê de maye, lê belê wê demê bi biryara lijneya Nexweşxaneya Zanîngeha Înoniyê hatiye berdan û paşê beraet kiriye.    HEDEF DEM PARTÎ YE   Şahîn bilêv kir ku ew ê li dijî binçavkirinê îtîraz bikin û got ku li gorî biryara bê dayîn wê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Şahîn anî ziman ku di vir de hedefa sereke DEM Parti ye û got: "Piştî ku raporên me û malbatê radestî dadgehê hatin kirin, dewamkirina vê yekê ne nîşaneya rewşeke baş e."    Şahîn diyar kir ku ehliyeta sûc a Gezer tune ye û xwest demildest dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê û muwekîlê wî bê berdan.    MA / Mujdat Can