Şêniyên Reqqayê: Allahû yensîrûkum 2017-10-13 11:28:11 REQQA – Li Reqqayê ber bi dawiyê ve diçe. Sivîlên ji dîlgirtina DAIŞ’ê tên rizgarkirin hezkirinawan hêviyên bêdawî dide nîşan dan. Kal û pîr, ciwan, jin, zarok û birîndar spasiyê xwe ji QSD’ê re dikin û bi gotina “Allahû yensîrûkum” ku tê wateya “Xwedê ji we razî be” tînin ziman.  Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya rizgarkirina Reqqayê operasyona bi navê “Cenga Mezin” ku dabû dest pê kirin di roja 130’emîn de didome. QSD heta ji sedî 90’ê bajêr xist bin kontrola xwe û li çar aliyên bajêr operasyonan pêk tîne. QSD ji aliyekî ve bajêr paqij dike û ji aliyekî ve jî sivîlên di destê DAIŞ’ê de rizgar dike. Gelek nokteyên bajêr operasyon didomin û sivîl ji dîlgirtina 5 salan tên rizgarkirin. Hêsirên çavê bextewariya Reqqayiyan û qêrînên wan rastî objektîfên me hatin.    ŞERVANÊN YPJ’Ê HEMBÊZ DIKIN    Şervan li derdora Saha Futbolê mal bi mal operasyonan li dar dixin û sivîlên wek mertal dîl dihatin girtin rizgar dikin. Di nav nêzî 300 sivîlên hatin rizgarkirin de zarok, jin, extiyar û kesên birîndar jî hene. Dema QSD’ê sivîlan rizgar dikir, DAIŞ’ê jî sivîlan dihatin rizgarkirin gulebaran kir. Reqayî di bin gulebarankirinê de bi bez xwe gihandin qadên QSD lê dima. Komên di nav de ku endamên DAIŞ’ê û hevjinên wan hebûn li wesayatîn siwar kirin û birin qadê bi ewle. Kesek ji lingê xwe birîndar ku li ser gopalan dimeşiya dema gihişt qadên QSD’ê ji ber bextewariya azadiyê xwe dirêjî erdê kir û dest bi maçkirina erdê kir. Hin jin jî şervanên YPJ’ê hembêz kirin û bextewariya xwe dan nîşandan. Jinek hat rizgakirin çû cem şervanek YPJ’ê û hezkirina xwe ya rizgariyê bi rakirina destên xwe ya ber bi hewa ve behsa wan kêliyan kir.    DU ERMENÎ JÎ HATIN RIZGARKIRIN    Dema rizgarkirinê gelek sivîl hestên xwe yên azadiyê rondikên çavê xwe dan xuyakirin. Şervanan ewlehiyek bilind ji bo endamên DAIŞ’ê îxtîmala xwe bi teqînin sitendin. Di nav sivîlêntên rizgarkirin de li gel ereban kurd jî hene. Her wiha du hevjînên hev ên ermenî jî hatin rizgarkirin. Şervanan pêdiviyên sivîlan ku bi rojane bêav û xwarin mane jî pêk anîn.    'ALLAHÛ YENSÎRÛKUM’    Kêliyên dîrokî li navenda bajarê Reqqa xwe der dide û rojên tarî bi yek carî cihê ji ronahiyê re berdide. Jinên hatin rizgarkirin spasiyên xwe bi gotina erebî “Allahû yensîrûkum” ku di kurdî tê wateya “Xwedê ji we razî be” tînin ziman. Sivîlên ji dîlgirtinê tên rizgarkirin gelek ji wan beriya niha xizmên xwe windakirine. Sivîl li qadên QSD’ê digîhîjin hev û piştî demên dirêj hev dibînin. Hin kesên xizmên xwe dibînin bi deqîqeyan digirîn û duayan dikin.    Şervanan birîndar, extiyar û yên nikarin bimeşin li pişta xwe kirin û wan veguhezandin. Sivîlên tên rizgarkirin ji şervanan daxwaza ku xizm û nasên wan din ên dîl girtine bên rizgarkirin dikin.    Lîlandin, girî, qîrîn, beşûş û bextewariya bi yek carekê pêk tê dibe kêliya rojê ya nayê ji bîr kirin.    MA / Nazim Daştan