Karkerê ceyranê yê bi ceyranê ve zeliqî mir 2018-05-18 10:39:20   RIHA - Karkerê ceyranê Serdar Başak ê derket ser dîrekê ceyranê, bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Keser a Navçeya Eyyubiye ya Rihayê karkerê ceyranê Serdar Başak ê 30 salî ku ji bo tamîrê derket ser dîrekê ceyranê, bi ceyranê ve zeliqî û  jiyana xwe ji dest da. Bayak ê di şîrketek taybet de dixebitî, piştî jiyana xwe ji dest da welatiyên derdorê yekîneyên tenduristiyê cenazeyê wî birin morga nexweşxaneyê. Bayak rakirin morga Nexweşxaneya Mehmet Akif Înan.