Girtiyê nexweş ê lêgerîna tazî red kir rastî lêdanê hat 2018-05-18 10:06:54   ENQERE - Girtiyê nexweş Mehdi Boz, dema sewq kirin ji ber lêgerîna tazî red kir rastî lêdanê hat. Ji ber lêdanê parsuyên wî zerar dîtin. Xwişka Boz Necla Er, diyar kir ku birayê wê  nexweşê giran e û rastî lêdanê hatiye û got: "Em ji tenduristî û rewşa birayê xwe bi fikar in."    Girtiyê nexweş Mehdi Boz, dema ji Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê sewqî Girtîgeha tîpa T a Xerpêtê kirin rastî lêgerîna tazî hat. Girtiyê nexweşiya pençeşêra Tiroid, KOAH, gurçik û mîdeyê dema 10 roj berê şandin Xerpêtê ji ber lêgerîna tazîn qebûl nekir, rastî lêdanê hat. Boz, bi riya malbatê agahî da.    PARSUYÊ WÎ ZERAR DÎTINE   Xwişka Mehdî Boz Necla Er, der barê rewşa birayê xwe de agahî dan û wiha got: “Birayê min Mehdî li dayika min geriya û diyar kir ku 10 roj berê sewqî Xerpêtê hatiye kirin. Ji diya min re got dema sergûn kirine xwestine di lêgerîna tazî re derbas bikin û ji ber ev yek qebûl nekiriye rastî lêdan û îşkenceyê hatiye. Dema li wî dane parsûyê wî zerar dîtiye. Destê wî kelepçe kirine û sirgûn kirine. 5-6 saetan îşkence li wî kirine. Ji diya min re got rewşa wî nebaş e û ew nebirine bijîşk"    EM JI REWŞA WÎ BI FIKAR IN   Er, anî ziman ku rewşa birayê wê Mehdî xerab e û ji tenduristiya wî bi fikarin. Er, destnîşan kir ku birayê wê xwestiye parêzerên wî biçin wî bibînin û wiha bi dawî kir: "Birayê min nexweşê giran e. Ji ber tundiya li dijî wî em ji tenduritiya wî bi fikar in. Di serî de nexweşê Tiroidê û gelek nexweşên din in. Birayê min Mehdî Boz,  6 meh  berê ji Girtîgehae Tîpa F a Edirneyê sewqî Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê kirin. '    Di rapora Girtiyên Nexweş a Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê de jî hat diyar kirin ku rapora wî ya tenduristiyê ji Edirneyê neşandine Qeyseriyê û dermankirina  wî nîvco maye.    MA / Diren Yurtsever