Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir 2024-04-22 12:29:06     MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê li 5 gundên qontarê çiyayê Bagokê "Herêma taybet a ewlehiyê" îlan kir. Qedexeya li van herêman dê heta 15 rojan berdewam bike.    Walîtiya Mêrdînê li gundên Xirabêmişka, Marînê, Badibbê, Qutbî û Sîderî yên li qontara çiyayê Bagokê ne, heta 15 rojan "Herêma taybet a ewlehiyê" îlan kir. Walîtiyê bi dawuyaniyekê diyar kir ku qetexe di 22'ê nîsanê (îro) de dest pê dike û heta 6'ê gulanê berdewam dike.