Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî 2024-04-22 12:18:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirov a Kurdistanê diyar kir ku rejîma Îranê bi hinceta tev li çalakiya "Jin Jiyan Azadî" bûye 5 sal cezayê girtîgehê li hunermendê Kurd Saman Yasîn birî.    Tora Mafên Mirov a Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku rejîma Îranê li Îranê bi hinceta tev li çalakiya "Jin Jiyan Azadî" bûye li hunermendê Kurd Saman Yasîn ê xelkê bajarê Kirmaşanê ye 5 sal cezayê girtîgehê birî. Yasîn sal û nîvek e girtî ye. Tora Mafên Mirovan anî ziman ku Saman Yasîn beriya niha cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn, lê Dîwana Bilind a Îranê ji ber kêmaniyên di lêkolîna wî de, cezayê darvekirinê betal kiribû. Hunermend Saman Yasîn ku bi hinceta tevlî şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye hatibû girtin, di nava salek û nîv ya li girtîgehê de ji mafên xwe yên sereke hatibû bêpar hiştin.