Mêrdînî: Em ê di sindoqan de ‘TAMAM’ek xweşik nîşanî Erdogan bidin 2018-05-18 09:48:10 MÊRDÎN – Welatiyên li Mêrdînê der barê hilbijartinê de axivîn û gotin: “Her dengek ji HDP’ê re biçe, gavek ber bi aştiyê ve ye. Em ê di sindoqan de bersivek pir xweşik ‘TAMAM’ bidin Erdogan.”  Yek ji bajarê ku HDP’ê herî girîngiyê didê Mêrdîn e. Starta hilbijartina 24’ê Hezîranê li Mêrdînê di rojên ewil de dest pê kir. HDP li navenda Mêrdîn û navçeyên wê seferberî daye destpêkirin. Li Mêrdîna ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdara 2015’an de serkeftinek mezin bi dest xist, vê carê xwe ji bo heman serkeftinê ji 24’ê Hezîranê re amade dike. Welatiyên mêrdînî diyar kirin ku ew ê li dijî neheqî û zextan êdî bêjin “Bes e (TAMAM).”    ‘YEKÎTIYA KURDAN GIRÎNG E’    Fayîze Aksoy diyar kir ku ew ê bi rêjeyek bilind serkeftinê bi dest bixin û got: “Divê ewil em li tifaqên din binêrin û paşê berê xwe bidin yekîtiya xwe. Divê em di vê pêvajoyê de ji girîngiya yekîtiya kurdan fêm bikin. Ji bo aştî û demokrasî bêguman ez ê bêjim HDP.”    ‘DENGÊ JI BO HDP’Ê GAVÊ BER BI AŞTIYÊ VE YE’    Ramazan Albayrak jî got: “Divê êdî ev pergal biguhere. HDP çareserî ye. Her dengek ji HDP’ê re biçe dê bibe gavek ber bi aştiyê ve. Heke em nebêjin ‘TAMAM’ dê ev komkujî dewam bikin.”    ‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’    Şêhmus Akman jî destnîşan kir ku pêwîste HDP herî kêm li Mêrdînê ji sedî 75 dengan bi dest bixe û got: “Em hemû bi hev re dikarin vê zilmê rawestînin û pergalê biguherînin. Azadiya birêz Ocalan û birêz Selahattîn Demîrtaş jî bi serkeftina HDP’ê ve girêdayî ne. Divê em her du nirxên xwe jî azad bikin.”    ‘EM Ê TAMAMEK XWEŞIK NÎŞANÎ WAN BIDIN’    Abdulselam Kaya jî ev tişt got: “Armanca deng avêtina me ew e ku em Erdogan û hikumetê bisekinînin. Em ê di sindoqan de bersiva herî xweşik ‘TAMAM’ bidin Erdogan. Dem dema xwedî derketina HDP’ê ye.”    ‘EM BERSIVÊ BIDIN BÊHURMETIYÊ’    Welatiyê ereb Huseyîn Akman jî anî ziman ku di serdema AKP’ê de gel û baweriyên cuda mexdûriyetek mezin dîtin û got: “Vîna me bi dengên xwe bijartin hemû xesp kirin. Bi awayekî fermî dest danîn ser rêveberiyên me yên herêmî. Divê em wek gelên li Mêrdînê di sindoqan de bersivê bidin ên ji vîna me re bêhurmetiyê kirin e. HDP partiya herî rengîn a cîhanê ye. Divê em wek gelên li Mêrdînê hemû bi hev re bêjin TAMAM.”    ‘PIŞTA XWE BIDIN TEKPARÊZAN’    Mehmet Alî Guneş jî da zanîn ku ew ê piştevaniya HDP’ê bike û got: “Pişta xwe bidin tekparêzan. Berê xwe bidin partiya pir rengîn û piralîparêz HDP’ê. Ev hilbijartina man û nemanê ye.”    Îsmaîl Elîk jî hemû neheqiyên di serdema OHAL’ê de hatine serê wan bibîr xist û got: “Em di pêvajoyek girîng de derbas dibin. Li gorî min heke bersivek rast bê dayîn, em ê serkeftina hilbijartina 7’ê Hezîranê li pey xwe bihêlin. Ev jî girêdayî xebatê ye.”