Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir 2024-04-21 17:50:15   AMED - Amedspora di Koma Sor a Lîga 2’yemîn de têkoşîna şampiyontiyê dide, di sehaya xwe de bi Idirsporê re lîst û 2-0 têk çû.    Amedspora di Koma Sor a Lîga 2’yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de têkoşîna şampiyontiyê dide, di sehaya xwe de bi Idirsporê re lîst û 2-0 têk çû. Ev maça ku wek provaya şanpiyontiyê dihate dîtin ji hêla alîgiran ve bi eleqeyeke mezin hate temaşekirin. Têkçûna Amedê hemû alîgirên Amedsporê xemgîn kir. Gelek alîgirên ji Şirnex, Îdir, Wan, Êlih, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Colemêrg, Bedlîs, Stenbol, Edene, Îzmîr û gelek bajaran hatibûn, ber bi sehaya Amedsporê ve herikîn. Di deqeya 11’emîn de listikavanê Îdirsporê Halîl Îbrahîm Sonmez kêmasiya kalevan kir gol û 1-0 bi pêş ket.    Di maçê de heya navberê tu golên din nehatin avêtin. Îdirspor di deqeya 68’emîn de bi gola Bekîr Can Kara 2-0 bi pêş ket. Di maçê de tu gol din nehatin avatin û Amedspor li hember Idirsporê 2-0 têk çû.     Alîgirên Amedsporê ji destpêkê heya dawiyê dest piştgiriya tîma xwe bernedan û dirûşmên “Şampiyon Amedspor”, “Amed Amed” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.    Amedspor ji ber têkçûnê puana xwe zêde nekir û di 77 puanan de ma. Hevrikê wê yê herî nêz Kastamonuspor jî Karamansporê 3-0 têk bir û puanên xwe kirin 74. Kastamonuspor dê hefteya pêşiya me di sehaya xwe de bi Isparta 32’ê re bilîze. Amedspor jî dê di hefteya pêş fr bi Somasporê re were hemberî hev.