Rihayî dibêjin HDP 2018-05-18 09:27:11 RIHA - Li navçeya Wêranşar û navenda Rihayê welatiyan hilbijartin nirxandin û gotin: “Tekane adresa çareseriyê HDP’ê ye. Em serê xwe jî bidim, em ê dengê xwe bidim HDP’ê. Em li virin û em ê qezenc bikin.” Li navend û navçeya Wêranşara Rihayê, welatiyan hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxandin û xwestin namzetê Serokkomiyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bê berdan. Rihayiyan, diyar kirin ku dê li ser sindoqan dengên xwe bidin HDP’ê.    Ahmet Îlîş ê li  navçeya Wêranşara Rihayê dijî, xwest demildest namzetê Serokkomiyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bê berdan û wiha axivî: “Divê bi gel re bên gel hev. Di şert û mercên ne wekhev de hilbijartin tên kirin. Divê bê berdan û xebatên xwe bi rêve bibe. Li Rihayê dengên me dê ji bo HDP’Ê bin. HDP girîngiyê dide mafê mirovan. HDP partiyek bi wijdane. Baweriya me bi HDP’ê tê. Ez bang li Rihayiyan dikim ku xwe şaş nekin û dengên xwe bidin xwe.”   'EW TERORÊ BI RÊVE DIBIN'   Zuleyha Çalman jî, anî ziman ku jin her sal li Wêranşarê dibin siya leşker û polîsan de xebatên xwe bi rêve dibin û wiha got: “Gava em jin li ser sindoqan dibin erkdar, em rastî gelek zoriyan tên.  Em xebatên xwe dibin siya leşker û polîsan de bi rêve dibin. Tim êrîşî me dikin û xebatên me asteng dikin. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de jî li herêmê teror bi rêve birin. Êdî em naxwazin dibin siya leşker û polîsan xwe xebatên xwe bi rêve bibin.”    ‘TEKANE ALTERNATÎF HDP YE’   Çalman, diyar kir ku bi hezaran mirov bi KHK’an hatin mexdûrkirin û wiha bilêv kir: “Hemû kes baş dizanin tekane alternafît HDP ye. Partiyek hemû beşan hembêz dike. Jin, zarok, xweza û hemû bindestan hembêz dike. AKP’ê welat ber bi kaosê ve bir. Ji bo ev kaos bi dawî bibe, tekane partiya alternatîf HDP ye. Rihayî dê dengên xwe bidin vîna xwe. Li Rihayê jiyanek hevpar a Kurd, Erep û Êzidiyan bi hevre heye. Ez bang li xwişk û birayên xwe yên Erep dikim ku em ji bo jiyanek wekheve hene. Werin em di heman partiyê de bibin yek.”   ‘HPD PARTIYA HEZ JI HEMÛ GELAN DIKEYE’   Îsmaîl Topkan ê li Wêranşarê dijî jî, da zanîn ku 6 namzetên Serokkomariyê hene û wiha bilêv kir: “Lê tenê Demîrtaş di girtîgehê deye. Divê em têkoşîna mafdar a keskê dinava çar dîwaran de baş zanibin. Ji berk u mafdare di girtîgehê deye. HDP ji bo hemû gelan aştî û wekheviyê diparêze. Mîna AKP, MHP, CHP û Partiya Baş cûdakariyê nake. Ji Edîrneyê heya Colemêrgê hez ji hemû gelan dike.”   ‘EM LI VIRIN Û EM Ê QEZENC BIKIN’   Pîra Medîne Çîçek a li navenda Rihayê dijî jî, diyar kir ku wê tim bawerî daye HDP’ê û wiha axivî: “Em dixwazin partiya me qezenc bike. Em dixwazin Selahattîn Demîrtaş bê berdan. Bila êdî ciwan neyên kuştin. Di girtîgehan de bi hezaran girtî hene. HDP dikare pêşiya van hemûyan bigire. Êdî ez pîr bûme. Dixwazim bi vê partiyê re êdî rojên xweş bibinim.”    Gazel Çam jî, bal kişand ser hilbijartinê û got: “Ez serê xwe jî bidim, ezê dengê xwe bidim HDP’ê. Em liv irin û em ê qezenc bikin.”