Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan 2024-04-21 10:07:34   NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara 60’emîn a Kovara Jînê bi manşeta “Şer, mêtingerî û mafên zarokan ên tune tên hesibandin” derket.    Hejmara 60’emîn a Kovara Jînê ku heftane weşanê dike, bi manşeta “Şer, mêtingerî û mafên zarokan ên tune tên hesibandin” derket.  Di vê hejmarê de kovar balê dikişîne ser mafên zarokan ên bi rêya şer, mêgingerî, perwerde û pergala tundî û îstîsmarê tên binpêkirin.    Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:    * Zarokên bêcejn û 23’yê Nîsanê / Yasemîn Soydan   * Zarokên zeviya xecxecokan / Oya Açan   * Ji bo wekheviya civakî ya zarok têkoşîneke mezintir / Saliha Zorlu   * Em ji nêz ve li MESEM’an binêrin... / Ezgî Koman   * Dema tovên xerabiyê belav dibin / Kesîra Demîr    * Ji bo zarokan cîhaneke baştir / Çîgdem Ertak