Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne 2024-04-20 16:54:51 MÊRSÎN - Malbatên girtiyan li Mêrsînê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin.    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 139’emîn de berdewam kir. Gelek Dayikên Aştiyê tev li çalakiya nobetê bûn. Di çalakiyê de dayikan pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û ji bo piştevaniya bi girtiyan re stran gotin. Dayikên Aştiyê yên dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berzkirin, diyar kirin ku di çalakiya xwe de bi biryar in.