Taşdemîr: Dixwazin jinan di malê de girê bide 2017-10-13 10:56:22 ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taştemîr, pêşnûnemya "Zagona Muftîtiyê" ku tevî hemû niqaşan bê rojeva meclîsê nirxand. Taşdemir, diyar kir ku bi vê guhertinê dixwaze "Jina makûl" ava bike û wiha got: "Dixwazin jinan di malê de girê bide û li zarokan binere."   Tevî hemû hiqaş û rexneyên hêzên muxalif dîsa hikûmetê "Pêşnûmaya zagona guhertina der barê Xizmetên Nifûsê de" xist rojeva meclîsê. Li bendê ye ku ev pêşnûnameya erka mahrê dixe destê muftiyan di hefteya pêş me de li meclîsê bê niqaşkirin û bi encamkirin. Têkildarî pêşnûmayê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, nirxandinên girîng kir. Taşdemîr, diyar kir ku AKP dixwaze bi vê guhertinê jinan di malê de girê bide û zarokan mezin bike. Taşdemir, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê bi vê pêşnûnamyê rejîmek nû ava dike û wiha got: "Îktîdar dixwaze "Nasnameya Jina makul" ava bike. AKP’ê di 15 salan de politîkayên dijminantiya jinê pêş xist. Bi van polîtîkayan dixwaze jina li malê rûdine û zarokan mezin dike ava bike."    ‘LI DIJÎ TORA PIŞTEVANIYA JINÊ ÊRÎŞÊN MEZIN PÊK ANÎN'   Taşdemir,  bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê û wiha got: "Bi girtina parlamenter û siyasetmedarên jin, erîşî çalakiyên jinan ên li kolan, parkan kirin. Bi tayinkirina qeyûman saziyên jinan ên bi hezar kedê ava kirin girtin. Bi zanebûn êrîşî têkoşîna piştevaniya jinê dikin. Ev rejîm bi tevahî li dijî têkoşîn û rêxistinbûna jinê ye."    'DIXWAZIN VÊ ZAGONÊ ASAYÎ BIKIN'   Taşdemir, anî ziman ku hikûmet dixwaze vê pêşnûmaya muftiyan asayî bikin û wiha got: "Li pişt vê planê 'ajandek veşarî' heye. Hikûmet nêta xwe ya rast vedişêre. Hişeki wisa ava dikin ku wekî ev tişt reşa û asayî ye. Wek nerînek bi encama demokratîk derketibe holê ye. Em dizanin tiştekî wisa di demokrasiyê de tune ye. Gav bi gav daxwazên xwe dixe meriyetê û civakê fêrî vê yekê dike."    'JINÊN AKP'Î BÊDENG IN'    Taşdemir, herî dawî bibîr xist ku ev pêşnûma pêşeroja hemû zarokan eleqeder dike û wiha bilêv kir: "Em dibînin ku wekilên jin ên AKP’î li dijî vê yekê bêdeng in. Yên ev pêşnûma xistine rojevê mêr in. Li ser vê mijarê di axivin. Mêr komîsyone ava dikin. Dive tu jin vê yekê qebûl nekin. Divê jinên AKP’î bi tundî bertekên xwe bînin ziman.    Taşdemir, herî dawî destnîşan kir ku bi rêxistinên jinan re dişêwirin  û wiha bi dawî kir: "Me diyar kir ku ev pêşnûma dê çawa tundiya li ser jinan zêde bike, dê çawa mafê jinan ji destê wan bigire û çawa wan bê vin û rêxistin bihêle parve kir. Em wekî koma Jinên HDP'ê tevî rexneyan ligel rêxistinên jinan hewl didin xeta têkoşînê xurt bikin û mezin bikin. Ne tenê li meclîsê, em hewl didin ku vê xeta rêxistin û tekoşînê li kolanan jî mezin bikin. Me weki Meclîsa Jinên HDP'ê berê jî kampanya dabû destpêkirin. Me gotibû ‘Ev wisa nameşe. Jin destûr nadin'  Her çend me kampanya heta 25'ê Mijdarê nîşan kiribû jî ev kampanya ne demmî ye. Heta ku zagonen wekî yên muftîtiyê derxin dê çalakiyên me jî berdewam bikin. Em li dijî nasnameya 'Jina makûl' in. Di demên pêş de dê li dijî qeyûman xebatên me hebin. Li Amedê u Edeneyê komxebatên me dê hebin. Em armanc dikin ku di 25'ê mijdarê de mîtînga jinan li Amedê pêk bînin. Em dê li gel TJA  xebata mîtîngê amade bikin. Em dê di 25'ê mijdarê de çalakiyan pêk bînin."