Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin 2024-04-19 11:35:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Licikê ya karesata madenê lê pêk hatibû, wesayîteke ku cenazeyê kesekî tê de, ji bin axê hate derxistin.    Li navçeya Licik a Erzînganê di 13’ê sibatê de li Madena Zêr a Çopler ku ji aliyê Madenvaniya Anagoldê ve tê birêvebirin di encama hezaza axa bisiyanur 9 karker di bin hezazê de mabûn. Di 5’ê nîsanê de cenazeyê yek ji 9 karkeran Ûgûr Yildiz hatibû dîtin.    Li gorî nûçeya Mûnzûr Pressê îro li herêma madenê wesayîteke ku cenazeyê kesekê tê de hate dîtin. Têkildarî wesayîta li herêma Çemê Sabirli hate dîtin de xebat hatin destpêkirin. Dozgerê komarê yê hate herêmê dest bi lêkolînan kir. Tîmên AFAD’ê jî ji bo wesayîtê derxînin xebatên xwe didomînin.    Di nava wesayîta hate dîtin de cenazeyê kesekê hate derxistin. Ji bo ku bê diyarkirin ka di wesayîtê de kesekî din heye an na lêkolîn tên kirin.