Gundan bê mirov dihêlin û ‘herêma tampon’ ava dikin 2018-05-18 09:03:08 COLEMÊRG – Li navçeya Çelê û Geverê herêma dikeve sînorê Iraqê ya ji dehan kîlometre pêk tê veguherandin herêmên tampon. 38 gundên li vê herêmê li welatiyan hatin qedexekirin. Li herêmê bê navber xebatên riyên ewlehiyê û qereqolan jî didomin.  Hemû herêmên girêdayî navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê ku dikevin sînorê Iraqê li sivîlan hatine qedexekirn. Gelek çavkanî pişt rast dikin ku li van deran “Herêmên Tampon” ava kirin e. Li gelek herêman baregehên leşekrî hatine çêkirin. Bi taybetî çûnehata 38 gund û mezrayên li başûr û rojhilatê navçeyê Çelê hatiye qedexekirin. Li herêmê her roj operasyonên leşkerî jî zêdetir dibin.    OPERASYON, RIYÊN EWLEIYÊ Û BÊ HIŞTINA MIROVAN BI LEZ DIDOME   Li gorî agahiyên cerdevanên tev li operasyonan dibin dan; li herêma sînor her roja diçe hejmara leşkeran tê zêdekirin û nahêlin sivîlek biçe herêmê. Cerdevanan got ku li gelek herêmên 38 gund û mezrayan li her girî baregehên leşkerî hatine avakirin û her roj operasyon dijwartir dibin. Cerdevanan ragihand ku her roj riyên ewlehiyê tên çêkirin.    'LI HERÊMÊ POLÎTÎKAYEK CUDA TÊ BIRÊVEBIRIN’   Şêniyek ji gund ê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide da zanîn ku herêm bi tevahî veguherandine “Herêma Tampon” û polîtîkaya di bin navê vegera gundan de li gundên Çelê pêk nayê. Hat zanîn ku li gund û mezrayên Bêlat, Serê Sevê, Jîyaniş, Erij, Ertoş, Bêtrot, Erbûş, Bircêlan, Şîvreza, Bilêcan, Talisan, Şîviş û Marufan û bi dehan kîlo mîtroyên li herêma başûr û rojhilatê Çelê polîtîkayên cuda di dewrê de ne.    'HER KÊLÎ BI DRONEYAN DIKIŞÎNIN’    Gundiyan diyar kir ku bi di demên dawî de bi taybetî şevê gelek kamyonên zexîre û komir barkirî sewqî herêmê dikin û gotin: “Li gel operasyonên li herêma ku tampon ava kirin e, kêlî bi kêlî bi droneyan tê şopandin û kişandin. Piştî lêgerîn û kişandina li herêmê heke ku rewşek cuda çêbibe, di heman kêliyê de mudaxele dikin. Êdî herêm veguheriye kampek leşkerî.”    MA / Hamza Gunduz