ROJEVA 18'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-18 09:00:50 * Qeyûmê Şaredariya Mezin a Wanê 7 hezar darên sêvan ên li erdê ku firto VANTSO'yê, bi hinceta ne berdar in jêkirin. Ekolojîstan bertek nîşanî vê yekê da. Endezyara Çandiniyê Dîlan Yildiz got: "Eger ji cotkarekî jî bipirsiyana, ji bo xelaskirina daran gelek rê û rêbaz hebûn."  * Serokê Şaxa Dev Turîzm Îş'ê ya Antalyayê Mûstafa Savfet Yahyaoglû, anî ziman ku her çend niha îktîdara AKP'ê destekê dide turîzmê, lê belê dîsa jî rewşa turîzmê baş nabe. Yahyaoglû diyar kir ku ji bo rewşa aboriyê baş bibe divê dawî li Rewşa Awarte bê.    * Kenan Gungorduyê ku ji karê xwe yê Şaredariya Zeytînbûrnûyê hat avêtin, diyar kir ku wî bi Alîgirê Şaredar Saffet Oz re hevdîtin çêkiriye û Oz jê re gotiye: "Me kesên herî sûcdar xistin kategoriyekê. Nexwe tu zêde sûcdar î ku tu hatî avêtin."   * YSK'ê biryar dabû ku dê li her gundî sindoq bên danîn. Lê belê li Xozatê cendirmeyan nivîsek ji Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê re şand û diyar kirin ku ew ê ji bilî 3 gundan destûrê nedin ku li tu gundî sindoq bên danîn. HDP'ê, diyar kir ku bi vê biryarê bikaranîna dengan a gundiyan tê astengkirin.    * Zanyarê Siyasetê Mûstafa Pekoz, diyar kir ku HDP bi beyannameyeke ku li gorî rastiya sosyo-polîtîk a Tirkiyeyê derketiye pêşberî civakê û nemaze jî diyarkerê hilbijartina serkomariyê ye. Pekoz got: "Eger muxalefet bi hev re sindoqan biparêze, bi rihetî dikare Erdogan bixîne."    * Jinên dersimî polîtîkayên jinan ên bloka îktîdarê nirxandin û gotin, ew ê bersiva herî baş di 24'ê Hezîranê de bidin AKP'ê û bêjin "temam".    * Welatiyên li Mêrdînê der barê hilbijartinê de axivîn û gotin: “Her dengek ji HDP’ê re biçe, gavek ber bi aştiyê ve ye. Em ê di sindoqan de bersivek pir xweşik ‘TAMAM’ bidin Erdogan.”    * Li Amedê 212 kesan ji bo bernamzetiyê ya parlementeriyê serî li AKP'ê da. Ji van kesan 76 jê muteahît in û her wiha tê îdiakirin ku kesên bi qaçaxçîtiya çekan, torpîl, amadekirina projeyên talankirina Sûrê tên naskirin jî hene û ji bo bernamzetiyê hin malbat pevçûn.    * Li Şapatanê, polîsan şeva 16'ê Gulanê avêt ser malên gundiyan û di avêtina ser malê de Temer Şengul û Mehmet Alî Avci îşkence kirin. Avci û Şengul di sala 2017'an de jî tevî bi sedan gundiyan ku di raya giştî de deng vedabû hatibûn îşkencekirin.    * Karkerên ji kar hatin avêtin ên 29 rojin di çalakiyê dene, diyar kirin ku ew ji hilbijartina 24’ê Hezîranê bi hêvîne û gotin: “Tirkiye dê bêyî AKP’ê xweştir bibe.”   *  Li navçeya Çelê û Geverê herêma dikeve sînorê Iraqê ya ji dehan kîlometre pêk tê veguherandin herêmên tampon. 38 gundên li vê herêmê li welatiyan hatin qedexekirin. Li herêmê bê navber xebatên riyên ewlehiyê û qereqolan jî didomin.    * Li navçeya Wêranşar û navenda Rihayê welatiyan hilbijartin nirxandin û gotin: “Tekane adresa çareseriyê HDP’ê ye. Em serê xwe jî bidim, em ê dengê xwe bidim HDP’ê. Em li virin û em ê qezenc bikin.”   * Aktivîsta TJA Nuran Kara, bal kişand ser deklerasyona jinan a ji 12 xalan pêk dihat û wiha got: "Ev deklerasyon dê rê li pêş avakirina pergala heqîqeta jinê veke.  Kara, anî ziman ku ew dê li ser esasê Neteweya Demokratîk çareseriyê ava bikin û dîwana edaletê ya li ser esasê rejîma heqîqeta jinê pêk tê ava bikin.    * Baroya Amedê dê der barê mafê hilbijartinê û ewlehiya hilbijartinê de li avahiya xizmeta alîkariya edlî civîna çapemenyê pêk bîne. (10.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê di çarçoveya xebaten hilbijartina 24'ê Hezîranê de dê esnafan ziyaret bike. (11.00)   * Baroya Amedê ji bo Seroke Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçi yê li ber Minareya Çar Ling hat kuştin bibîr bîne û bixwazin kujerê wî bên darizandin dê di hefteya 127'an de li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)   * Rêxistinên MEYADER, TUHAD-DER, 78 û Rêxistina DBP'ê ya Amedê, dê bi minasebeta Meha Rojiyê dê li Salona Dahwetê ya Kaplan City ya li Amedê fitaran bite malbatan. (19.30)