Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da 2024-04-18 14:29:15   BÛRSA - Hate îdiakirin ku li Îznîkê 3 kesan dema kolandina qaçax dikir de ji gazê bandor bûne û jiyana xwe ji dest dane.    Hate îdiakirin ku di şikefta li herêma Karadere ya taxa Gurmuzlu ya navçeya Îznîk a Bûrsayê de 3 kesan dema kolandina qaçax dikir de ji ber gaza ji jeneratorê derketî jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane di ketina şikeftê de bûye û her du kesên din jî di hundirê şikeftê de bûne.    Têkildarî mijarê lêkolîna dozger didome. Hate diyarkirin ku cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane ji bo karûbarên otopsiyê dê bibin Saziya Tiba Edlî (ATK).