6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat hat birîn 2018-05-17 21:48:20   AMED - Ji ber nûçeyên di rojnameya Azadiya Welat de hatin weşandin 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Midûrê Karê Nivîsê yê berê yê Rojnameya Azadiya Welat Aydin Atar hat birîn.   Li Midûrê Karê Nivîsê yê Berpirsê Rojnameya Azadiya Welat a di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK'ê hat girtin, Aydın Atar ji ber nivîsên wî yên di sala 2012 û 2013’an de hate parvekirin, bi îdîaya ‘Propagandakirina rêxistinê” doza lê hatibû vekirin. Di danişîna doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê pêk hat de, Atar amade nebû. Parêzerê wî amade bûn. Di danişîna dozê de parêzerê Atar Resûl Tamûr diyar kir ku nûçeyên ku di rojnameyê de hatine parvekirin bi tu awayî sûc teşkîl nakin û nûçeyên ku li ser zimanê rojnamevaniyê hatiye amadekirin û di çarçoveya mafê derbirînê de ne. Tamûr daxwaza berdana muwekîlê xwek ir.   Lê belê heyeta dadgehê bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê”  6 sal û 4 meh ceza li Atar birî.    Parêzerên Atar wê biryarê bişînin temyîzê.