Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir 2024-04-18 10:37:50 ŞIRNEX - Çawişê pispor ku li Şirnexê li dijî 2 jinan êrişa zayendî kiribû hatibû girtin, xwe bi gotinên “Min xwest alîkariya jinan bikim” û “Ez di pîşeya xwe de mirovekî rêzdar im” parast.    Çawişê pispor Zekeriya Çelîk di 12’ê nîsanê de li Şirnexê li dijî 2 jinan êrişa zayendî kiribû û piştî ji peywîrê hatibû dûrxistin duh bi sûcdariya “êrişa zayendî” ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Îfadeyên Çelîk ê bi SEGBÎS’ê dan Dadgeha Cezayê ya Sûlh a Şirnexê hatin bidestxistin.    PARASTINA ÇAWIŞÊ PISPOR    Çelîk, îdia kir ku ji bo “alîkariya” jinên ku tacîz kirine bike ketiye avahiyê û di bûyerê de “mexdûr” e. Çelîk, îdia kir ku roja bûyerê bi hevjîna xwe re nîqaş kiriye û ji bo ku hewa bistîne çûye derve û dema ji tûgayê ber bi sûkê ve dimeşiya, yek jinan ketiye avahiyê û dûre ji avahiyê dengê “bibin alîkar” bihîstiye.   Çelîk, îdia kir ku bi bihîstina deng re re ketiye avahiyê, pişt re jinan dest bi qêrînê kirine û wî jî gotiye “Ez leşker im aram bin, ez ji bo alîkariyê hatime.” Çelîk, da zanîn ku piştî kesê ketiye avahiyê bi kurdî hin tişt gotin bi gavên lez dest bi meşê kiriye û anî ziman ku ber bi kolana ku midûriyeta polîsan lê ye dest bi bazdanê kiriye û ji aliyê kesên ku ew dorpêç kirine ve hatiye derbkirin.   ‘KESEKÎ RÊZDAR IM’    Çelîk, îdia kir ku destdirêjî jinan nekiriye û bi gotinên: “Ez 15 sal in xizmeta cemaweriyê dikim. Ez 1.90 metre dirêj im û 90 kîlo me. Heke bixwazim zirarê bidim yekî bi qasî ku birîndar bikim dikarim zirarê bidimê. Di wê hawîrdorê de di wê adrenalînê de dest neda tu kesî û kes dehf neda” xwe parast.    Çelîk, îtîraf kir ku roja bûyerê serxweş bû û ev tişt gotin: “Ez tiştên pê têm sûcdarkirin teqez qebûl nakim. Ez di pîşeya xwe de kesekî rêzdar im û têm hezkirin. Ji bo ez di ezmûna bilindbûna di peywîrê de serkeftî bûm, piştî hefteyekê ez da bikevim vê ezmûnê. Ne pêkan e ku tişteke wiha bikim. Malbateke min jî heye. Ji ber vê bûyerê ez di rayagiştî de hatim lînckirin.”   Çelîk, anî ziman ku her wiha “bêbextî” li wî hatiye kirin û giliyê kesên ku “bêbextî” li wî kirine, kiriye.    MA / Zeynep Dûrgût