Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin 2024-04-18 09:29:18 ÎZMÎR - Pisporê Rojhilata Navîn Mûsa Ozûgûrlû der barê rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de axivî. Ozûgûrlû diyar kir ku êdî cîhan nikare pergala desthilatdaran tehemmul bike û arîze daye û got: "Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê gelên vê erdnîgariyê ve diyar bibe, wê demê wê pirsgirêk bi dawî bibin."   Rageşiya di navbera Îran ûÎsraîlê de, zêde dibe.  Piştî Îsraîlê di 1'ê nîsanê de êrişî qonsolosxaneya Îranê ya li Şamê kir û 7 leşkerên Îranê mirin, Îranê jî di 13'ê nîsanê de bi sedan fuzeyan êrişî Îsraîlê kir. Piştî van êrişan her du welatan jî daxuyand ku dawî li êrişên xwe anîne. Lê belê rageşiya li herêmê didome.    Pisporê Rojhilata Navîn Mûsa Ozûgûrlû êrişa Îsraîlê ya piştî êrişa Hamasê ya di 7'ê cotmehê li Filistînê dabû destpêkirin û êrişên Îran û Îsraîlê, nirxandin.   Ozûgûrlû diyar kir ku Îranê di dîrokê de cara ewil li ser xaka xwe Îsraîl hedef girtiye û got ku Îsraîl jî ji sala 1973'yan û vir ve rasterast bi dewletekê re di nava nakokiyê de ye. Ozûgûrlû got: “Tişta ku qewimî, dibe ku ji bo pêşerojê bibe xala werçerxê. Çi dibe bila bibe, her gava ku tê avêtin dibe sedem ku rageşî zêde bibe û dibe sedem ku em wekî mirovahî ber bi zinêr ve biçin. Di mehên dawî de hin geşedanana lez da vê yekê. Me dît ku dinya êdî nikare pergala serdestan tehemul bike û arîze daye."   ‘LI FILISTÎNÊ QIRKIRIN'   Ozûgurlû diyar kir ku êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê moraleke mezin da Filistînê û got ku ji 7'ê cotmehê û vir ve Filistîn bi tenê maye. Ozûgûrlû bi bîr xist ku çend welatan tenê daxuyanî dan û wiha got: "Ji rêxistinên li Filistînê pê ve tu destek ji derve tune ye. Rêxistinên li wir çi rastgir û çi çepgir, dikarin li ser esasê mafan bibin yek. Wisa dixuyê ku ew ê li hemberî van windahiyan jî vê yekîtiyê bidomînin. Lê gelê Filistinê jixwe ji berê de rastî qirkirineke gav bi gav dihat kirin, dihatç Lê piştî 7'ê cotmehê ev bi leztir çêdibe."    ‘NE SENARYO YE'   Ozûgûrlû diyar kir ku tê gotin ku êrişa dawî ya Îranê ya li dijî Îsraîlê ne senaryo ye û wiha dewam kir: “Tê gotin ku di navbera welatên wekî Îran, Îsraîl, Sûriye, DYA û Ingilistanê de peymanên veşartî hene. Lê Îran welatek e ku timî di bin dorpêçan de ye. Demek ji bo balafirên rêwiyan jî nikarîbû parçeyan peyda bike. Ez li vir nabêjim ku rejîma Îranê baş e yan xerab e. Lê tim rastî mueyîdeyan dihat. Di navbera Îran û Îsraîlê de hevrikiyeke cidî ya bîrdozî, olî, siyasî û aborî heye. Lê nîqaşên wekî Îranê bi Îsraîl û welatên din ên rojavayî re peyman çêkiriye û ev êriş senaryo ne, bêbingeh in. Îsraîl desthilatdarên Îran û Filistînê dikuje. Şer heye. Zêdeyî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Dixwazin van hemûyan li hêlekê bihêlin û tevlîheviyê bi pirsa 'tiştekî wiha heye yan na?' çêbikin. Em behsa rêveberiyeke siyonîst dikin. Ev feraset bi pêkanîna komkujiyan aştiya herêmê tehdîd dike. Ne pêkan e ku ev êrişa giran a Îranê ya li dijî Îsraîlê senaryo be."   ‘WÊ RAGEŞÎ BIDOMIN'   Ozûgûrlû bal kişand ser wê yekê ku heta li cîhanê nakokî, kedxwarî û binpêkirina maf û azadiyên bingehîn bidome wê şer jî bidome û got ku Rojhilata Navîn ji ber zengîniya we ya binerdî her tim dibe qada şer. Ozûgûrlû got: “Dema em bi taybetî li Îran û Îsraîlê dinêrin, heta ku pirsgirêka Filistînê dewam bike ev şer bi dawî nabe. Dema em li têkiliyên dualî dinêrin, Îsraîl û Îranê ragihandin ku ev mijar ji bo wan hatiye girtin. Lêbelê, rêveberên dîn hene û em nizanin wê kengî çi fermanan bidin. Heta ku Netanyahu li ser desthilatdariyê be ev xeterî wê her tim hebe. Ne tenê Netanyahu lê hemû hikûmetên rastgir li ser desthilatdariyê bin, ev xeterî wê her tim hebe. Her çi qas êrişên dawî bi dawî bibin jî, ez difikirim ku ji ber pirsgirêkên din wê dîsa alozî derkeve. Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê gelên vê erdnîgariyê ve were diyarkirin, wê demê dê pirsgirêk bi dawî bibin."