Roboskiyan ji DMME re gortin ‘Ma eve edaleta we?’ 2018-05-17 16:53:29 ŞIRNEX - Malbatên Roboskê bertek nîşanî betalkirina DMME ya serldêdana Komkujiya Roboskê dan û gotin: “Gelo çima wiha li me kirin? Ma ev e qanûn û edaleta we? Heya ji bo Roboskê edalet pêk bê, em ê têkoşîna xwe berdewam bikn.”   Li gundê Roboskê yê navçeya Qilabana Şirnexê, balafirên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 28’ê kanûna 2011’an de, li ser sînor qaçaxçiyên gund bombebaran kirin û 19 jê zarok 34 welatî qetil kirin. Parêzeran têkildarî komkujiyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Piştî AYM’ê serlêdana malbat û parêzeran red kirin, bi boneya riyên hiqûqa hundirîn hemû xetimîn dosye şandin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME serlêdana komkujiya Roboskê red kir. Dayîk û xizmên 34 kesên jiyana xwe di Komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bertek nîşanî biryara betalkirina DMME dan.    ‘MA EVE EDALET?’   Kadriye Encu ya kurê xwe Hamza di komkujiyê de winda kir, da zanîn ku lanet li wê pergala ku ji bo Roboskê edaleta pêk nayîne be û wiha axivî: “Baweriya me bi DMME hebû ku faîlên komkujiyê ceza bike. Lê wan jî dosya girtin. Gelo çima wiha  li me kirin. Gelo qanûn û edaleta we eve? Êşên em yên 6 salan hîna zindîne. Em li benda edaletêne. Ligel hemû nêzîkatiyan jî emê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin. Bedenên hatin parçekirin em ê tu caran ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.”    ‘DMME DIVÊ GIRÎNGIYÊ BIDE MAFÊ MIROVAN’   Halîme Encu ya kurê xwe Serhat di komkujiyê de winda kir jî, diyar kir ku bi girtina dosyayê, têkoşîna wan a edaletê dê bi dawî nebe û wiha got: “Em li ser piyane û em ê tu carî vê biryarê nas nekin. Zarokên me parçe parçe kirin, hemû dozên me vekirin girtin. Zarokên me ji bo nas û lêçûnên xwe yên dibistanê çûbûn ser sînor. AKP’ê ji bo bîdonek mazot zarokên me qetîl kirin. Divê DMME girîngiyê bide mafê mirovan û dest ji vê biryara xwe berde.  Kurekê min hat qetilkirin. Kurê min Ferhat Encu yê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê kirin girtîgehê. Divê qatilên zarokên me bêceza nemîn in.”    ‘BIRYARA DMME’YÊ DIŞIBE YA TIRKIYEYÊ’   Dayîka Cemal ê di komkujiyê de hat qetilkirin Xezal Encû jî, destnîşan kir ku biryar DMME dişibe ya Tirkiyeyê û wiha bilêv kir: “Ma eve edaleta we? Wan jî mîna Erdogan kirin. Zarokên me bêsûc û bêguneh qetil kirin. Em ê dest ji doza xwe bernedin. Heya ku edalet ji bo Roboskê pêk bê, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”