'Daxwazên girtiyên nexweş ên di greva birçîbûnê de qebûl bikin’ 2018-05-17 15:53:33 ÎZMÎR - ÎHD û ZDÎ, bang kirin ku daxwazên girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê di greva birçîbûnê de ne qebû bikin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan (ZDÎ) ên Îzmîrê, derbarê bê mafiyên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tên jiyîn civîna çapemeniyê pêk anîn. Civîn li avahiya Şaxa ÎHD’a Îzmîrê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Amedê û endama Komîsyona Lêpirsîna Girtîgehan a Meclîsê Sîbel Yîgîtalp jî beşdarî civînê bû.    Parêzerê ÎHD’ê Zafer Încîn, di civînê de axivî û wiha got: “Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, binpêkirinê mafan li girtîgehan pir zêde bûn. Girtî rastî derp, heqaret, pêkanînên keyfî, îşkence, gef û zextên herî giran hatin û mafê wan ên derman kirinê, asteng kirin. Ev bêmafî hîna jî berdewam dikin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpî R a Menemenê li dijî binpêkirinên mafan û bêmafiyên heyîn 28 rojin di greva birçîbûnê dene. Her ku diçe rewşa wan xerabtir dibe û rîska jiyanê heye. Girtiya nexweş Dîcle Bozan a di greva birçîbûnê de, ligel ku ji bo dermankirinê anîbûn vê derê, bêyî ku bê dermankirin sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Xerpetê kirin. Hemû daxwazên girtiyan mirovîne û em dixwazin demildest daxwazên wan bên qebûl kirin.”   'BI OCALAN RE DESTPÊ KIRIN Û LI TEVAHIYA TIRKIYEYÊ BELAV KIRIN'   Dûre wekîla HDP’ê Sîbel Yîgîtalp axivî û wiha bilêv kir: “Hemû pêkanînên li girtigehan bi tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dest pê kirin. Tecrîta li ser Birêz Ocalan, li ser tevahiya Tirkiyeyê pêk tînin. Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê 4 girtiyên nexweşîna giran dest bi greva birçîbûnê kirin. Ergîn Aktaş ê her du destên wî tuneyî,  Yusuf Bulut ê nava cihan de, Dîcle Bozan a rûviyên wê derve de û Ehmedê Xemî yê felç bûyî li dijî pêkanînên li ser xwe 28 rojin di greva birçîbûnê dene. Divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûl kirin ku rewşa tenduristiyan wan xerabtir nebe. Di girtîgehan de 250 hezar girtî hene û hejmar zêdetir bûye. Divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin.”