Demîrtaş ji ber xebatên hilbijartinê tev li danişînê nebû 2018-05-17 15:31:59   STENBOL – Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ji ber xebatên hilbijartinê nekarî beşdarî doza bi sûcdariya “Heqaretê li Serokomar kiriye” lê vebûye, bibe.     Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi sûcdariya “Heqaret li Serokomar kiriye” bi cezayê 4 salan ê hepsê tê darizandin. Danişîna duyemîn a dozê li 38’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoyê hat dîtin. Demîrtaş beşdarî dozê nebû û parêzerên Demîrtaş û Erdogan di danişînê de amade bûn.    Demîrtaş bi daxwaznameyekê ji heyeta dadgehê re ragihand ku ji ber xebatên hilbijartinê dema wî nîne nikare tev li danişînê bibe. Parêzerên parastinên xwe yên danişînên berê dubare kirin.    Parêzerên Erdogan gilîkirina xwe dewam kirin.    Heyeta dadgehê biryar da ku Demîrtaş di danişînek din amade be û danişînê taloqî 5’ê kanûnê kir.