Ahmet Şik bernamzetiya xwe ragihan: Bila rêya me vekirî be, pêşiya me aştî be 2018-05-17 13:57:50 ENQERE - Rojnameger Ahmet Şîk bernamzetîya xwe ya HDP’ê ragihand û got: “Bila rêya me vekirî be, pêşiya me aştî be.”   Rojnameger Ahmet Şik bernamzetiya xwe ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê li ser hesabê xwê yê twitterê ragihand û wiha got: “Ez bernamzetê parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê me. Kesên heqîqetê diaxivin û heqîqet weke dijmin tên îlankirin. Di serdemek wiha zilamkar de hêvî û piştevanî hîn zêdetir binirx dibe. Ji bo piştevaniya namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, hemû hevalên xwe yên siyasetmedar, rojnameger, xwendekar û parêzerên girtî, min bernamzetiya xwe danî. Ji bo ku em îro û pêşeroja gelan qezenc bikin, min bernamzetiya xwe danî. Ji bo em jiyanek di xeyalên zarokên xwe de pêk bînin, bûm namzet. Ez dizanim ger em ê jiyanê biguherin, encex em bi hevre karibin biguherin. Ev yek dê bi te re pêkan be! Dê bi me çêbe. Bila rêya me vekirî be û pêşiya me aştî be.”