ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-13 09:00:35   * Kordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ku ji bo kampanyayên pirtûk û tembûran bang kir, diyar kir ku kampanyayên wan berdewam dikin.   * Rojnamevan Fehîm Işik anî ziman ku AKP bi hevdîtinên li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî re li tiştekî xwe lê bigire digere û got ku lê zor e li hemberî tevgera azadiya kurd bi ser bikeve.    * Jina ku yek jê cerdevan rastî destdirêjiya sîstematîk û bişantaj a 4 kesan hat, got: "Kiryaran beraat kirin, lê di vê pêvajoyê de pişetvaniya jinan hêz da min. Heta hesab neyê bipirsîn ez ê bitêkoşim."    * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan û Dayikên Şemiyê ya li Êlihê dê bidome. (11.00)    * ÎHD û Xizmên Windakiriyan dê li Amed û Êlihê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar bixin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, dê di hefteya 994’an de li Qada Galatasarayê bicivin. (12.00)   * ÎHD ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Îzmîr û Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di hefteya 629’an de li pêşiya avahiya şaxê çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li dar bixe. (13.30)