Tehliyeya Alî Şen ê 30 sal in girtî ye cara duyan hate taloqkirin 2024-04-12 16:30:55   STENBOL - Tehliyeya Alî Şen ku 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, cara duyemîn hate taloqkirin.    Tehliyeya Alî Şen ku 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, cara duyemîn ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hate taloqkirin. Diviya Şen di 24’3e cotmeha 2023’yan de bihata berdan lê tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin. Lijneya ku cara duyemîn civiyayî, bi hinceta ku “poşmantî” qebûl nekiriye, cara duyemîn tehliyeya Şen taloq kir.