Kesên ji Partiya Vatanê îstîfa kirin, dê derbasî HDP’ê dibin 2018-05-17 12:57:27 AMED - Serokê Partiya Vatan a Bajêr Selahattîn Gonul û 90 endamên partiyê yên ji ber gotinên kîndar ên Dogu Perînçek ji partiyê îstîfa kirin, diyar kirin ku dê di rojên pêş de derbasî HDP’ê bibin. Serokê Giştî yê Partiya Vatan û namzetê Serokkomariyê Dogu Perînçek piştî got “Ger bibim Serokkomar ezê HDP’ê bigirim” Serokê Partiya Vatan a Amedê Selahattîn Gonul û 90 endamên partiyê, li dijî vê helwesta kîndar a Perînçek ji partiyê îstîfa kiribûn. Gonul û 2 endamên partiyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ziyaret kirin. Hevserokên HDP’ê yên bajêr Fîlîz Buluttekîn û Mehmet Şerîf Camci Gonul û yên pêre pêşwazî kirin. Piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî, Hevserokên HDP’ê û Gonul li ber avahiya  bajêr daxuyanî dan çapemeniyê.    Hevserokê HDP’ê Camci li vê derê axivî û wiha got: “Gonul û kesên bi wî re di rojên derbas bûyî de ji Partiya Vatanê îstîfa kiribûn û gotibûn ewê piştgiriyê bidin HDP’ê. Ji ber van daxuyanî û piştgiriyên wan em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Kesên ji Partiya Vatanê îstîfa kirin, dê beşdarî têkoşîna aştiyane ya HDP’ê bibin.”   Piştî axaftina Camci Gonul axivî û wiha bilêv kir: “Em aştî û hizûrê dixwazin. Em şer naxwazin. Em ê bi  90 kesên ji Partiya Vatanê îstîfa kirin re di rojên pêşde derbasî HDP’ê bibin.”