ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2024’AN 2024-04-12 09:00:09 * Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê bi hinceta “hîndeker e”, pirtûka girtî Mehmet Alçinkaya ya “Her tim di nava şer de” ku wî bi xwe nivîsandiye nadin Alçinkaya.  * Tevî cerdevanekî 4 kesan bi awayekî sîstematik destdirêjî li jinekê kirin û fihûş lê ferz kirin. Bi giliya jina rastî tecawizê hatiye, lêpirsîn hate destpêkirin. Dozger ji ber giliyê hatiye kirin sal û nîv piştî bûyerê der barê cerdevan û hevalên wî de bi hinceta “ne li gorî jiyana asayî ye" biryara beraetê da.   * Zanyarê Siyasetê Eren Aksoyoglu destnîşan kir ku encamên hilbijartinên herêmî nîşan dan ku polîtîkayên desthilatê ji hêla gel ve nehatine qebûlkirin û anî ziman ku têkoşîna Wanê li AKP’ê paş de gav da avêtin, ji bo muxalefetê jî bû ezmûnekî baş.    * Xwendekarên ku ji ber krîza aborî û bihabûnê nikarin debara xwe bikin, diyar kirin ku her diçe perwerdeya ew dibînin lewaztir dibe û anîn ziman ku ji xwekuştinên ciwanan desthilat berpirsyar e.    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li bernameya cejnê ya Hatayê bibe. (11.00-19.00)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê dê têkildarî êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat ku hatibû qetilkirin dê li Zîncîrlîkuyuyê daxuyaniyê bide. (13.30)