Der barê Paylan ê HDP’î de ji ber got ‘jenosît’ fezleke vekirin 2018-05-17 12:35:37   ENQERE - Der barê Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan, de bi sedema di roportajekê de ji komkujiya Ermeniyan re got “Jenosît” ji madeya 301’an lêpirsîn hat vekirin û ji bo mafê wî yê destnedayînê bê rakirin fezleke hat amadekirin.    Der barê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Garo Paylan de bi hinceta di roportajekê de ji komkujiya Ermeniyan a 1915’an de pek hat got “Jenosît” ji madeya 301’an lêpirsîn hat vekirin. Der barê wî de ji bo mafê wî yê destnedayînê bê rakirin fezleke hat amadekirin. Fezleke ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûc a Parlamenter a Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hat amade kirin. Hat diyar kirin ku Prof. Dr. Aygun Atar daxwazneya giliyê da û li ser vê yekê lêpirsîn hatiye kirin. Atar di daxwaznameya da de wiha gotibûn: “Paylan di roportaja da rojnameya Horîzon Weekly a Kanadayê de got ku ‘Li Tirkiyeyê jenosît hat kirin û hîna jî ev jenosît berdewam dike.’”    Di fezlekeya ku di çarçoveyê roportajê de hat amadekirin Paylan bi îdîaya “Heqaret li Serokkomar kirin, hikûmeta Komara Tirkiyeyê û Dewleta Komara Tirkiyeyê bi awayekê vekirî kêm xistin” hat sûcdar kirin û ji ber van îdîaya hat xwestin ku mafê wî yê destnedayînê bê rakirin.