800 jin ji bo bernamzetiyê serî li HDP’ê dan 2018-05-17 12:32:33   ENQERE – Nêzî 800 jin serî li bernamzetiya HDP’ê dan. Herî zêde serlêdanan jinan li Amedê pêk hat. Endama MYK’a HDP’ê Bedîa Akkaya got ku bi taybetî jinên ciwan serlêdan pêk anîne.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 22’ê gulanê de namzetên jin ên HDP’ê eşkere bike. Nêzî 800 jin serî li bernamzetiya HDP’ê dan. Her çiqas di 8’ê gulanê de serlêdan bi dawî bû jî lê serlêdanên jinan dewam kirin. Di hejmara serlêdanên jinan de di rêza ewil de Amed tê. Li Amedê 50 jinan serî li bernamzetiyê da.    ‘SERLÊDANA JINÊN CIWAN ZÊDE YE’    Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê Bedîa Akkaya diyar kir kul i gorî hilbijartinên serdemên berê serlêdana jinên ciwan gelek zêde bûye û bi taybetî li bajarên herêmê serlêdana jinên ciwan balê dikişîne ser xwe. Akkaya got ku di nav serlêdanan de jinên akademîsyen û nivîskar jî hene.    ‘HERÎ ZÊDE JINAN SERÎ LI HDP’Ê DA’    Akkaya anî ziman ku li gorî hilbijartina 7’ê Hezîranê serlêdanan jinan a vê serdemê hin bêtir e û got: “Ji ber di HDP’ê de temsîliyeta wekhev heye û HDP partiya jinan e serlêdan û eleqeya li hember partiya me zêde bû. Partiya herî zêde serlêdanên jinan hene HDP ye.”    ‘200 HEZAR SINDOQ Û 200 HEZAR JIN’    Akkaya bal kişand ser ewlehiya hilbijartinê û got: “Ji bo 200 hezar sindoqan 200 hezar jin. Me kampanyeyek bi vî rengî daye destpêkirin. Hedefa me ew e em 500 hezar jin tev liv ê kampanyayê bikin. Xebatên me yên di warê ewlehiya sindoqan de didome.”    MA / Dîren Yurtsever