Serokê YSK’ê Yener: Dê li 4 cihan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin 2024-04-11 16:36:29 ENQERE - Serokê YSK’ê Ahmet Yener da zanîn ku têkildarî encamên hilbijartinê 2 îtîrazên DEM Partiyê, îtîrazeke CHP’ê û yek jî ya MHP’ê hatiye qebûlkirin û dê di 2’yê hezîranê de li 4 navendan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin.    Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener têkildarî encamên pêvajoya îtîrazê yên li dijî encamên hilbijartina 31’ê Adarê axivî. Yener, got ku di cejnê de jî mesaiya wan didome û da zanîn ku îtîrazên ji bo lijneyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan duh bi dawî bûye û pêvajoya îtîrazên awarte jî dê di 14’ê nîsanê de bi dawî bibe.    Yener, têkildarî îtîrazên partiyên siyasî axivî û got ku hinek îtîraz hatine redkirin hinek jî hatine qebûlkirin. Yener, da zanîn ku 2 îtîrazên AKP’ê hatine qebûlkirin, îtîrazeke CHP’ê, yek a MHP’ê û 2 jî yên DEM Partiyê hatine qebûlkirin. Yener, got ku di encama îtîrazan de biryar hatiye dayîn ku li navçeya Curnê Reş a Rihayê, navçeya Pirnarbaşi ya Kayseriyê, bajarokeke li Edîrneyê û li herêmeke hilbijartinê ya Sêwasê dê di 2’yê hezîranê de hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin.