Li Agiriyê ava rûbarî rabû mal di bin avê de man 2024-04-11 16:08:42 AGIRÎ - Ava Rûbarê Bagdişanê yê navçeya Pason a Agiriyê rabû û gelek mal di bin avê de man.  Ava Rûbarê Bagdişanê yê Taxa Çayê ya navçeya Panos a Agiriyê ji ber barîna barana zêde û berfa heliyayî rabû û gelek mal din bin avê de man.    Ji ber ava rabûyî gelek miyên di govan de mirin.    Komên şaredariyê yên piştî rabûna avê li taxê hatin veguhestin, rêgeha rûbar paqij kirin û tevdîr girtin. Her wiha welatiyan ava ketiye malên xwe tehliye kirin.    Şaredarê Panosê Abdulhalik Taşkin got ku ji ber rabûna avê xesar çêbûne lê ziyanên canî nînin.    Taşkin, da zanîn ku ji bo rê li ber xesarên mezintir were girtin, komên şaredariyê dixebitin û dê alîkariyê bidin welatiyên ziyan gihiştiye mal û milkê wan.