Xelkê Wanê du cejnan bi hev re pîroz dike 2024-04-11 15:19:46 WAN - Xelkê Wanê ku bi berxwedana xwe destûr neda îradeya wan were xespkirin, hem serkeftina xwe hem jî Cejna Remezanê bi hev re pîroz dike.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de her 14 şaredariyên Wanê bi dest xist. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî bi rêjeya ji sedî 55 bi dest xist. Lê îktîdarê bi rêya “kêmîna siyasî” hewl da şaredariyê xesp bike. Xelkê Wanê jî li dijî vê daket kolanan û di encama berxwedana xwe de paşvegav bi îktîdarê da avêtin.    Xelkê Wanê niha jî hem serkeftina xwe ya hilbijartinê hem jî Cejna Remezanê bi hev re pîroz dike. Bi boneya cejnê gelek kes çûn serdana DEM Partiyê. Em jî bi ziyaretvanan re axivîn.    ‘GELÊ ME JI BI PARASTINA ÎRADEYA XWE LI BER XWE DA’   Ji welatiyan Samî Aktî got ku xelkê Wanê ji bo parastina îradeya xwe têkoşiya lewma pir keyfxweş e. Aktî, keyfxweşiya xwe wiha got: “Ji ber ku me her 14 şaredarî bi dest xist. Ez her du cejnên gelê me pîroz dikim. Bi taybet jî bejna xwe li ber berxwedana xelkê Wanê ditewînim. Em pir keyfxweş in û mirûzê me gelek xweş e. Tu hêz nikarin rê li ber îradeya gel bigirin. Ez têkoşîna gelê me pîroz dikim.”     ‘KURDAN DERSA DEMOKRASIYÊ DAN CÎHANE’   Mehmet Koç jî wiha got: “Gelê kurd dersa demokrasiyê da hemû cîhanê. Em ewqas keyfxweş in ku nizanim çi bibêjim. Me têkoşîna demokrasiyê meşand û em bi ser ketin. Gelê me tevek pir keyfxweş e. Di esasê xwe de em du cejnan dijîn. Hemû cîhanê dît ku tu kes nikare îradeya gelê kurd xesp bike.”   ‘GELÊ ME DIXWAZE ÊDÎ AZAD BE’   Omer Işik jî got ku serkeftina wan serkeftina tevahiya gelê kurd e û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin di hilbijartinên din de şaredariya bajarê mezin bi rêjeya ji sedî 80 bi dest bixin. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em ji bo xwedîderketina li îradeya gel daketin kolanan. Gelê me êdî dixwaze azad bijî û xwe birêve bibe.”    ‘ME NÎŞANÎ WAN KESÊN DIBÊJIN KURD TUNE NE DA KA EM KÎ NE’   Ji welatiyan Ayşe Çelîk jî diyar kir ku dê têkoşîna wan a li dijî kesên dixwazin îradeya wan xesp bikin ji vir û şûnde jî bidome. Çelîk, got ku heke xelkê Wanê xwedî li îradeya xwe derneketibûya dê li tevahiya şaredariyên DEM Partiyê û partiyên din qeyûm bihatina tayînkirin û wiha pê de çû: “Me nîşanî wan kesên dibêjin ‘kurd tune ne’ da bêka em kî ne. Ez bejna xwe li ber têkoşîna gelê me ditewînim. Heta serkeftinê jî dê têkoşîna me bidome.”    ‘XELKÊ WANÊ BERSIVEKE MEZIN DA QEYÛMAN’   Îrem Çelîk jî anî ziman ku xelkê Wanê bersiveke mezin daye qeyûman û got: “Dê êdî tu kes cesaret neke li îradeya me qeyûm tayîn bike. Vê têkoşînê lîstikên qeyûm pûç kir.”   ‘EZ XELKÊ WANÊ PÎROZ DIKIM’   Guzel Erdemlî jî destnîşan kir ku wan li dijî derhiqûqtiyan li ber xwe daye û wiha pê de çû: “Ev serkeftin serkeftina gelê kurd e. Hêvîdarim ev serkeftin mezintir bibin. Dive tevahiya gelê kurd mîna xelkê Wanê dakeve qadan û daxwaza azadiya xwe bike. Cejna duyemîn a gelê me pîroz be.”    ‘GELÊ KURD DÊ HER TIM LI DIJÎ NEHEQIYAN DERKEVE’   Kadîr Çîçek jî wiha got: “Gelê kurd li her qadê xwedî li azadî û rûmeta xwe derdikeve. Di serî de ez silav û rêzên xwe ji gelê me yê li her çar parçeyan û birêz Ocalan re dişînim. Serkeftina li Wanê serkeftina tevahiya Kurdistanê ye. Heke em li dijî neheqiyê derneketibûna dê dîsa polîtîkaya qeyûm bixistina dewrê. Gelê kurd şer û rijandina xwînê naxwaze. Em naxwazin mudaxileyî mafên me yên sereke, azadî û jiyana birûmet bikin. Mixabin dewlet li dijî kurdan di şer de israr dike. Dixwaze bitirsîne û ji têkoşînê dûr bixe. Em ji tu kesî natirsîn. Heta em mafên xwe distînin jî dê têbikoşin. Bila kesek li dijî rûmet û azadiya kurdan nekeve nava hewldanan nexwe dê bersiva me mezin be. Em dixwazin aştî û hiqûqa xwişk-biratiyê li ser vê xakê mayînde bikin. Rêya gelê kurd vekirî be.”