DMME serlêdana Komkujiya Roboskî betal kir 2018-05-17 12:27:26   NAVENDA NÛÇEYAN – DMME serlêdana ji bo Komkujiya Roboskî bi boneya daxwaznameya xwestin 2 roj dereng ma betal kir.    Balafirên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 28’ê kanûna 2011’an de gundî gulebaran kirin 19 jê zarok 34 welatî jiyana xwe ji dest dan. Parêzeran têkildarî komkujiyê serî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê serlêdanê red kiribû. Bi boneya riyên hiqûqa hundirîn hemû xetimîne parêzera dosyeyê veguhezan Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û biryarek sosret li vir derket.    Piştî serlêdana dadgehê belgeyek hat xwestin. Bi boneya parêzeran belgeye du roj dereng gihandiye DMME’yê serlêdana betal kir.    ‘ÊDÎ GOTIN NEMAYE’    Biryara betalkirinê yek ji kesên di nav serlêdanê de cih digire hiqûqnas Kerem Altiparmak di hesabê xwe yê Twîtterê de ragihand û got: “DMME’yê bi boneya bi boneya du roj belge dereng hatiye şandin komkujiya Roboskî ya ku têde 34 welatî hatin qetilkirin ji nav rûpelên dîrokê da jibîrkirin. Divê êdî mirov navê dadgehê wek bi navê Dadgeha Ne Qebûlkirina Ewropa biguherîne. 7 sal e ji bo Roboskî tiştek nehat kirin. Êdî gotinek ez ê bibêjim nabînim.”