Malbata Aktaşê girtî yê di greva birçîbûnê de, banga hestiyarê kir 2018-05-17 12:11:08   WAN - Malbata girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê 28 rojin di greva birçîbûnê de, banga hestiyariyê li raya giştî kirin.   Girtiyên nexweşîna giran Ehmedê Xamî (18), Dîcle Bozan ên ji Bakurê Sûriyeyê, Ergîn Aktaş û Yusuf Bulut, li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, ji ber nayên derman kirin, rastî cûdakiriyê hatin û pêkanînên dij mirovahî di 20’ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kirin û greva wan a birçîbûnê di roja 28’an de berdewam dike. Rayedarên girtîgehê di 16’ê Nîsanê de Dîcle Bozan sîrgunê Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Xerpetê kirin. Malbata girtiyê bi nexweşîna  KOAH ê di hucreya yek kesî de tê girtin Ergîn Aktaş banga hestiyariyê li raya giştî kir.     JI BER CEZAYÊ RAGIHANDINÊ, 2 MEHAN CAREKÊ HEVDÎNÊ PÊK TÎNIN     Biraya Aktaş, Yilmaz Aktaş, diyar kir ku herî dawî di 4’ê Nîsanê de çû hevdîtinê û wiha axivî: “Ji wê rojê û şûn de me tu agahî jê negirt. Berê mehê carekê em diçûn hevdînê, lê niha ji ber cezayê ragihandinê, 2 mehan carekê dihêlin em hevdîtinê bikin. Cardin 4 meh cezayê ragihandê yê birayê min heye. Rewşa birayê min û hevalên wî yên perê ne başe. Di hevdîtinê de birayê min ji min re gotibû ‘Ava vexwarinê jî nadin me. Bi pareyan ava vexwarinê didin me. Ava henefiyan jî derman dikin em nikarin vexwin.’ Birayê min ji bo Rapora Tipa Edlî ji Îzmîrê heya Stenbolê di wesayîta ringê de birin. Bi zextên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ez bang li raya giştî dikim ku bi hestiyar tevbigerin. Birayê min di hucreya yek kesî de digirin. Her du milên wî tune ne. Nikare li xwe mêze bike. Em edaletê dixwazin.”    'BILA ZILM Û ÊRÎŞ BI DAWÎ BIBIN'   Bav Tahîr Aktaş jî, diyar kir ku li ser kurê wî û hevalên wî êrîş û zext hene. Aktaş, da zanîn ku derman nadin kurê wî û wiha axivî: “Avê jî nadinê. Kurê min ketiye greva birçîbûna ya bê dem. Bila  hemû kes vê heqaret û zordestiyê bibînin. Îşkencê li girtiyan dikin û ew terkî mirin kirin. 7 mehin dermanên diranên kurê min nadinê. Kurê  min bi nexweşîna KOAH’ê ye. Ez dixwazin bên dermankirin, zilm û êrîşên li ser wan bi dawî bibin. Dixwazim hemû raya giştî bibin dengên girtiyan.”   PARÊZER OZTURK: HER KU DIÇE REWŞA AKTAŞ XERAB DIBE   Parêzera Aktaş Şukran Ozturk a di 16’ê Gulanê de çû hevdîtinê jî, diyar kir ku rewşa Aktaş cîdiye û wiha got: “Her ku diçe Aktaş kîlo winda dike. Çend rojan vereşiya ye. Tenduristiya wî nebaşe û her ku diçe xerabtir dibe. Aktaş dixwaze wî sewqî girtîgehek din bikin û dawî li zextan bê. Lê rayedarên girtîgehê wî di hucreya yek kesî de digirin.”