Amedî li benda xizmeteke çawa ne? 2024-04-11 09:11:06 AMED - Amediyan diyar kirin ku piştî hilbijartinê ew li benda xizmetê ne û xwestin ku hevşaredar ewilî ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî û li dijî tiryakê û pirsgirêkên gihaniyê bitêkoşin.  Şaredariya Bajarê Mezin ku qeyûm tayinî wê hatibû kirin, piştî 8 salan careke din ji qeyûm hat stendin. Qeyûmên ku li şaredariyan polîtîkaya talankirinê meşandin, herî zêde jî tevna dîrokî ya bajaran texrîb kirin. Me ji amediyan prisî ku daxwazên wan ên ji hevşaredarên nû yên ŞAredariya Bajarê Mezin Serra Bûcak û Dogan Hatûn çi ne.    ‘BILA SIBEROJEKE BAŞ PÊŞKÊŞÎ CIWANAN BIKIN'   Emrah Akgul got: "Bila xwedî li bajarê me derkevin. Bila siberojeke baş ava bikin ji bo ciwanên me. Li navçeya Rezan a Amedê veguherîna bajêr divê. Avahiyên xeter hene."    Eray Bilmez jî xwest ku hevşaredar biedalet bin û got: "Bila bi tu awayî meydanê ji kerî de nehêlin û bi awayekî wekhev tevbigerin."    PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ   Yûsûf Ozkaya yê 84 salî xwest ku hevşarear giraniyê bidin xebatên ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî û xebatên çandî. Nevzat Çinarbeylî jî got: "Gel li benda xizmetê ye. Divê bi gel re bibin yek."    Mehmed Sadik Ûsûlû anî ziman ku divê hevşaerdar cihên ku AKP'ê ew texrîb kirine çêbikin û xizmeta gel bikin û got: "Divê li dijî tiryaka li bajêr bitêkoşin."   Nazan Canan a 23 salî jî got: "Li bajêr pirsgirêka pirtûkxaneyê heye. Em nikarin li ezmûnan bixebitin, divê pirsgirêka pirtûkxaneyê çareser bibe. Her wiha divê pirsgirêka gihaniyê jî çareser bibe."   Hatîp Ozkorkmaz jî anî ziman ku daxwaza wî ya sereke li Amedê qada bajêr bê çêkirin û bal kişand ser pirgsirêkên gihaniyê û xwest ciwan jî tev li rêveberiyê bibin.