Şaredarê AKP’î li avahiya şaredariyê cihê lîstina okeyê çêkiriye 2024-04-11 09:01:31   ŞIRNEX - Şaredariya Deştadarê 3 salan di destê qeyûm de û 5 salan jî di destê AKP’ê da ma. Herî dawî jî DEM Partiyê bi dest xist. Hevşaredarên bajarokê dan zanîn ku dema ketin şaredariyê dîtin ku AKP’iyan maseya okeyê danîne.    Xelkê bajarokê Deştadarê ya navçeya Hezex a Şirnexê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi rêjeyeke ji sedî 53’yan namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîme Îlçin û Fahrettîn Akman weke hevşaredarên xwe hilbijart. Şaredarî 3 salan ji hêla qeyûm û 5 salan jî di bin rêveberiya AKP’ê de bû.    Ev 8 sal bûn vîna xelkê bajarokê hatibû xespkirin û ji bo xizmeta gel tu gav nehatine avêtin. Rêyên bajarokê xerabe ne û bi taybet jî di demsala zivistanê de di nava heriyê de dimînin. Lewma xelkê bajarokê bi derfetên xwe ji keviran rê çêkirin. Di demekê ku xelk xistina vî halî de derket holê ku qeyûm û şaredarê AKP’î li şaredariyê ji xwe re maseya okeyê çêkirine û cihê razanê amade kirine.    Wesayîtên meqamê yên şaredariyê nînin û tenê traktorek, kemçeyek û wesayîteke çopan heye. Lê ji ber ku demekî dirêj nehatine bikaranîn, jengî bûne. Di heman demê de ji ber ku ev 4 meh in deynê şaredariyê yê ceyranê nehatiye dayîn, li gel faîzê wê ev deyn bûye 600 hezar TL.    Hevşaredarên bajarokê yên DEM Partiyî dixwazin dest bi xizmeta gel bikin lê ji ber ku hem bûdçeya şaredariyê kêm e û hem jî tu makîneyên ku pê kar bikin tune ne, sekinî ne. Hevşaredaran gotin ku gundên Tilêla, Kovex û Herbakê li benda xizmetê ne û ji bo ku bikarin xizmetê bikin, banga piştevaniyê li şaredariyên din kirin.    ‘RÊ TENÊ HETA ŞAREDARIYÊ HATIYE ÇÊKIRIN’   Hevşaredar Fahrettîn Akman diyar kir ku AKP’ê di van 8 salan de tu xebat nekiriye. Akman, da zanîn ku rêyên taxan tune ne lewma xelk tiştên xwe bi pişta xwe dibin malê. Akman, wiha domand: “Ji ber alîkarî û piştevaniyê, spasiya ciwan, jin û xelkê bajarokê dikin. Şaredariya bajarokê 3 salan qeyûm û 5 salan jî AKP'ê birêve bir. Çawa me qezenc kir û em ketin şaredariyê, me texrîbateke mezin dît. Xuya bû ku tu xizmet nehatine kirin. Ne rê hatine çêkirin ne jî kevirên parkeyê hene ku em çêbikin. Her der di nava tozê de ye. Rê, tenê ji ketina navçeyê heta şaredariyê hatine çêkirin. Ji wir û şûnde xizmet tune ye. Tu xizmet ji gundên girêdayî bajarokê re jî nehatine kirin.”    'TRAKTOREK TENÊ HEYE EW JÎ XERABE YE’   Bi domdarî Akman anî ziman ku ji bo bikarin bixebitin û projeyên xwe pêk bînin, pêdiviya wan bi piştevaniya şaredariyên din heye. Akman, wiha pê de çû: “Bajarokê me biçûk e û pêwîstiya me bi alîkariyê heye. Wesayîtên me yên cenaze û agirkujiyê tune ne. Tenê traktorek li pey xwe hiştine lê ew jî naxebite. Lê projeyên me hene. Em dixwazin ji bo ciwanan atolyeya cil û bergên kurdî vekin. Di vê atolyê de de em ê bi giştî 18 kesan têxin kar. Em ê pirsgirêkên avê û binesaziyê jî di demekî nêz de çareser bikin.”    ‘ŞAREDARÎ VEGUHERANDIYE HEWŞA OKEYÊ’   Di berdewamê de Akman destnîşan kir ku AKP’iyan avahiya şaredariyê weke qada keyfê bi kar anîne û wiha derbirî: “Tevî şertên nebaş jî em ê projeyên xwe pêk bînin. Bi amûr û alavên heyî kirina xizmetê zehmet e. Lewma em banga alîkariyê li şaredariyên din dikin. Şaredarê AKP’î ev der veguherandiya hewşa okeyê. Me maseyên wan ên okeyê yên li şaredariyê rakirin û em ê vê derê bikin cihê xîzmetê.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ KIR   Hevşaredar Halîme Îlçîn jî anî ziman ku AKP’iyan şaredarî weke cihê lîstikê bi kar anîne û tu xizmet nekirine. Îlçîn, got ku dê cihê weke lîstina okeyê hatiye bikaranîn bikin pirtûkxane û herî dawî ev bang kir: “Em ê rêyên bajarokê çêbikin û ji bo çareserkirina veguhestinê pêdivî bi otobûsekê heye. Ji bo xizmetê pêdiviya me bi alîkariyê heye. Bi taybet jî daxwaza min ji hevşaredarên me yên jin ew e ku di vê pêvajoyê de me bi tenê nehêlin û piştevaniya me bikin.”   MA / Zeynep Durgut