Edîtora Ozgurlukçu Demokrasî Koçuk hat berda 2018-05-17 11:41:05 STENBOL -  Edîtora rojnameya Ozgulukçu Demokrasî ya berê ku qayyûm tayînê wê hat kirin, Gulşen Koçuk pişti îfade da dozgeriye berdan.   Edîtora Rojnameya Ozgurlukçu Demokratî ya ku qeyûm tayînê wê hat kirin a berê Gulşen Koçuk li navçeya Darica Kokaelî hat binçavkirin. Koçuk piştî lêpirsînê birin Dozgeriyê. Koçuk, ku anîn Dadgeha Darica bi riya SEGBÎS'ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê. Koçuk piştî îfade da serbest hat berdan.    Polîsan di 28'ê Adarê de bi ser Çapxaneya Gun û buroya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtibûn. 24 xebatkar wê hatibûn binçavkirin û ji aliyê TMSF'ê ve qayyûm tayinî rojname û çapxaneyê kiribûn. Di operasyonên di vê çarçoveyê de li ser malên edîtorên Hicran Urun, Reyhan Hacioglu, Mehmet Ali Çelebi û Pinar Tarlak de hatibû girtin û piştî binçavkirinê hatibûn girtin.