Xizmên girtiyan cejna Abdullah Ocalan pîroz kirin 2024-04-10 14:47:15   MÊRDÎN - Xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê di çalakiya îro de cejna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî pîroz kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê hatiye destpêkirin di roja 94’an de berdewam kir. Tevî ku roja ewil a Cejna Remezanê bû jî gelek kes hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de stranên şoreşgerî hatin gotin, govend hate gerandin û beşdaran gelek caran dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.    Siyasetmedarên bajar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hevşaredarên DEM Partiyî hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de cejna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hate pîrozkirin û daxwaza azadiya fîzîkî hate kirin.    'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN’   Ji Dayikên Aştiyê Turkan Durç di çalakiyê de axivî û Cejna Remezanê di serî de li Abdullah Ocalan, li hemû girtiyên siyasî û gelên Rojhiilata Navîn pîroz kir. Durç, got ku ew dixwazin Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bikin û ev tişt anî ziman: “Di rojên pêş de em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Em dixwazin çalakiya xwe xurtir bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe, rêxistinên civaka sivîl û parastvanên mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin me. Bi hêviya ku cejn bibe wesîleya azadiyê. Ji gelê me re serkeftinê dixwazin.”