Ji hevserokên giştî yên KCD, DEM Partî û DBP’ê peyamên Cejna Remezanê 2024-04-10 10:19:29   ENQERE - Hevserokên Giştî yên KCD, DEM Partî û DBP’ê bi boneya Cejna Remezanê peyamên pîrozbahiyê weşandin û daxwaza pêşerojeke wekhev, adilane û azad kirin.    Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bi boneya Cejna Remezanê peyamên pîrozbahiyê weşandin.    Peyama Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk wiha ye: “Di vê serdema ku şer û pevçûn li ser rûyê dinê kêm nabin, cejin hêviya yekitî, aramî û aşitiyê ne, bi hêviya ku aşitî û aramiyeke mayînde  ji bo gelê me û gelên bindest pêk were cejina Remezanê li alema Îslamê pîroz be.”   Peyama Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê wiha ye: “Em Cejna Remezanê li temamê civaka îslamê pîroz dikin. Hêvî dikin ku bibe wesîleya edalet, azadî, aştî û xêr û berê. Pêvajoya hilbijartina çûyî nîşanî me da ku gelên Tirkiyeyê êdî jiyaneke wekhev û adilane dixwazin, şer û pevçûn û kedxwariyê naxwazin.    Me bi hev re hêviyên xwe mezin kirin. Em bawer dikin ku piştgirî û pevrebûna me dê di pêvajoya pêşiya me de xurttir derkeve pêş.    Bi vê wesîleyê em spasiya hemû gelê xwe dikin ku li dijî zilm û zordariyê li ber xwe da û têkoşîna demokrasiyê mezin kirin û cejna me du qat zêde kirin; em spasiya kedkarên partiya xwe dikin ku bi şev û roj xebitîn, em spasiya her kesî dikin ku li ser sindoqan sekinîn û îradeya me hemûyan parastin û hemû dek û dolab xera kirin.    Em Cejna Remezanê pîroz û bimbarek dikin, hêvî û armanca me ew e ku têkoşîna aştî û azadiyê ya li welatê me û li çar aliyên cîhanê bigihije serfiraziyê.”    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir: “Bi hêviya ku bibe wesîleya rojên aram û aştiyane, Cejna Remezanê pîroz dikim. Hêvîdarim ev cejn bibe wesîleya xurtkirina yekitî û yekbûna me.”    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar: “Bi hêviya pêşerojeke wekhev, adilane û azad, Cejna Remezanê pîroz be.”