Bi biryara nûkirina hilbijartinên Curnê Reş, qeyûm tayînî şaredariyê kirin 2024-04-10 09:24:08 RIHA - Li Şaredariya Curnê Reş a ku dê hilbijartinê lê bên nûkirin Qeymeqamê Curnê Reş Orhan Gazî Karataş wek qeyûm hate tayînkirin.  Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şaredariya Curnê reş bi dest xist. Li gel biryara nûkirina hilbijartinê, qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin. Xizmên namzetê AKP’î û peywirdarên sindoqan şeva hilbijartinê agir berdan sindoqên dengan û piştre jî ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê re îtîraz kirin. Lijne îtîraza AKP’iyan qebûl kir û biryara nûkirina hilbijartinê da. Hilbijartinê dê di 2’yê hezîranê de werin nûkirin.    Qeymeqamê bi Curnê Reş Orhan Gazî Karataş bi erêkirina Walîtiya Rihayê wek Wekîlê Şaredarê Curnê Reş hate tayînkirin. Li gorî daxuyaniya Qeymeqamtiya Curnê Reş, Karataş dê li gorî madeya 46.’emîn a Qanûna Şaredariyan a Hejmar 5393’yan heya hilbijartinên 2’yê hezîranê dê li navçeyê Wekîltiya Şaredarê Curnê Reş bike. Piştî biryarê Qeymeqamtiya Curnê Reş bi daxuyaniyeke fermî raya giştî agahdar kir.    DAXUYANIYA WALÎTIYÊ   Di daxuyaniya peywirdarkirina Karataş de wiha hat gotin: “Qeymeqamê me yê Curnê Reş Orhan Gazî Karataş heya di 2’yê hezîrana 2024’an de hilbijartinê tên nûkirin û şaredarê navçeyê tê hilbijartin, li gorî madeya 46’emîn a Qanûna Şaredariyan a Hejmar 5393’yan wek Wekîlê Şaredariya Curnê Reş hatiye peywirdarkirin.”