Ji bo îşkenceya li Girtîgeha Xerpetê serledana sûc 2018-05-17 10:57:53 AMED - Girtî Yasîn Gungur ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Xerpetê di hucreya yek kesî de rastî lêdan û derbên 8-9 gardiyanan hat, derbarê rayedarên girtîgehê de serlêdan sûc kir. Girtî Yasîn Gungur ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Xerpetê di hucreya yek kesî de rastî lêdana 8-9 gardiyenan hat, bi îdîaya îşkenceya li girtîgehê, muamelya xerab û heqaretên li wan hatin kirin, derbarê rayedarên girtîgehê de serlêdan sûc kir. Hevjînê Yasîn Gungur Zeycan Ateş Gungur a di 9’ê Gulanê de çû hevdîtina girtî ya hevjînê xwe, diyar kir ku çavê hevjînê wê yê rastê reş û şîn bûbû, serê wî werimî bû, difina wî herişîbû û li ser rûyê wî sorbûn hebûn. Gungur, anî ziman ku hevjînê wê jê re got ku ‘gardiyenan ez derp kirin. Min ji parêzeran got û me derbarê gardiyen û raydarên girtîgehê de serlêdana sûc kir.’    DI HUCREYA YEK KESÎDE HEYA JI SER HIŞÊ XWE DIÇE ÎŞKENCE DIKIN!   Di serledana sûc a hatî kirin de wiha hat gotin: “9-8 gardiyan tên hucraya yek kesî ya Yasîn Gungur û bêyî ku tiştekê bêjin, bi pehîn, şeqam û kulman wî derp dikin. Heya Gungur dikeve erdê lêdixin û li erdê jî vê îşkenceya xwe berdewam dikin. Piştî Gungur ji ser hişê xwe diçe îşkence berdewam dike. Gardiyan Gungur bi kuştinê tehdît dikin, ser û çavên wî diwerimînin, çavê wî yê rastê şîn û reş dikin.    DEST DANÎN SER DAXWANAMEYA SERLÊDAN SÛC    Gungur piştî bûyerê dixwaze wî rakirin revîrê, lê rayedarên girtîgehê wî nabin. Gardiyan piştî çend rojan wî radikin revîrê, ligel sewqî nexweşxanê tê kirin jî, wî nabin nexweşxanê. Gungur ji bo darbarê pardiyenan de lêpirsîn bê destpêkirin faksekê ji parêzerên xwe re dişîne, lê rayedarên girtîgehê dest datînin ser faksê. Cardin Gungur ji bo Serdozgeriya Komarê ya Xerpetê daxwaznameyê dişîne, rayedarên girtîgehê dest datînin ser daxwaznameya wî jî.”    XWEST GARTIYAN BÊN GIRTIN     Di dewama daxwaznameya Gungur de ev tişt hatin gotin: “Dixwazim gardiyenên îşkence li min kirin bên girtin.”    MA / Denîz Tekîn