Şaredarê AKP'î Şaredariya Dîgorê di bin deynan de hiştiye 2024-04-10 09:01:17 QERS - Derket holê ku deynê Şaredariya Dîgorê ya ku di hilbijartinên herêmî de ji AKP'ê derbasî DEM'ê bû, 15 milyon TL ye. Di hilbijartinên 31'ê Adarê de li navçeya Dîgor a Qersê, namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ulker Ozati û Adem Oyman bûn şaredar. Hevlaredar ku di 3'yê Nîsanê de mazbatayên xwe wergirtin, yekser dest bi karê xwe kirin.   Di xebatên hatin kirin de hat tespîtkirin ku şaredarî di bin deynan de ye.    Rêveberiya AKP'î ji dawiya sala 2023'yan ve bi giştî şaredariyê 15 milyon û 98 hezar û 464 TL'yan de bin deynan de hiştiye.