ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-10 09:00:08 * Rojnameger Rêbaz Hesen ji bo rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla PDK’ê ve hatiye revandin û 6 meh in agahî jê nayên girtin bang li rojnameger, aktîvist û siyasetmedaran kir û got: “Heke em dengê xwe dernexînin ev zextên li ser me dê zêdetir bibin.” * Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga ku rewşa wî roj bi roj girantir dibe û di çûyîna destavê de zehmetiyan dikişîne, nayê emeliyatkirin. Dayika Tanboga, Kumriye Tanboga banga hestiyariyê li raya giştî kir.    * Pirtûka girtî Resûl Kocaturk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê tê ragirtin a “Li Tîmarxaneyê 22 Roj - Girtiyên Nexweş ên Çarmixkirî” bi hinceta “fikaredare” nedan wî.    * Qeyûmê Şaredariya Qoserê ku şaredarî 106 milyon TL’an di bin deyn de hiştiye, dema çûyî bi xwe re hem personelên ÎŞKUR’ê hem jî wesayîtên kirêkirî bir. Hevşaredar Zeynî Îpek got ku tevî her tiştekî ew ê xizmetên xwe bikin.    * Derket holê ku deynê Şaredariya Dîgorê ya ku di hilbijartinên herêmî de ji AKP'ê derbasî DEM'ê bû, 15 milyon TL ye.   * Muzîkjen Yusuf Keleş ê endamê Koma Hevrayê ku li Esenyûrtê di protestoyên Wanê de pozê wî hat şikandin û hat binçavkirin, diyar kir ku berê jî rastî pêkanînên bi vî rengî hatiye û got: "Gotina hunermend mîna kêra tûj e, dikare hemû aliyên bêedaletiyê bibire. Pergal, ji vê yekê ditirse."   * Li Şaredariya Curnê Reş a ku dê hilbijartinê lê bên nûkirin, Qeymeqamê Curnê Reş Orhan Gazî Karataş wek qeyûm hate tayînkirin.   * Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê bi wesîleya Cejna Remezanê biçe serdana gora Vedat Aydin. (07.30)   * Bi boneya Cejna Remezanê dê Goristana Gazî ya Stenbolê were ziyaretkirin. (10.00)   *Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome.